97914. çarînên baba tahirê hemedanî ne, hinek çarînên nû bi dengê necat zivingî ji vir guhdar bikin û bixwînin: 1 Her ew ku aşiq e ji can natirse Aşiq ji zencîr û zîndan natirse Dilê aşiq weke gurê birçî ye Ku ew ji heyheya şivan natirse 2 Bijîn ewên ku herşev te dibînin Guh didin te û bi tere rûdinin Eger ez nikaribim te bibînim Ezê bibînim yên ku te dibînin 3 Îlahî tu gerdena gerdûn bibir Ku zarokê cîhanê hemûyan bir Kes nabêje, filankes vaye dijî Tim dibêjin filan kurê filan mir 4 Laleyên ser çiyayê min tu yî yar Binefşên cokenarê min tu yî yar Laleyên çiyayan yekhefteyî ne Hêviya hemû rojên min tu yî yar 5 Ey Xweda, ez bêzar im ji vî dilî Şev û roj, bi azar im ji vî dilî Ez ewqas nalîyam ku nalîn nalî Ji min bistîn, bêzar im ji vî dilî 6 Misilmanan, sê derd hatin bi yek car Xerîbî û esîrî û xema yar Xerîbî û esîrî li'min hêsan in Lê xema yar zehmet e, wê çi be kar 7 Ez bazek bûm û çûme neçîrê Siyehdestek avêt baskê min tîrê Neçêre li ber çeşmezaran bi xeflet Yê xafil diçe xafil dixwe tîrê 8 Ez ku li çolan digerim şev û roj Û hêstiran diborînim şev û roj Ne tayî me û ne derek min têşe Ez vê zanim ku dinalim şev û roj 9 Ey Xweda hawara dilê min bibhîs Kesê bêkes tu yî, ez mame bêkes Hemû dibêjin, kesê Tahir nîn e Xwedê yarê min e, çi hacet bi kes 10 Xem û derdê min ji ettar bipirse Dirêjiya şevê j'nexweş bipirse Hemû mexlûqat halê min dipirsin Tu ku can û dil î, yek car bipirse 11 Dilo jar im dilo jar im dilo jar Ji dest min şûşa namûsê kete xwar Hemû dibên tu bê nav û bê ar î Ê ku aşiq e çi bike bi nav û ar 12 Dilêm dîn e, dilêm dîn û dîwan e Nizanim xwedî 'ar û nav im yan ne Ez ê wê demê ji dînbûnê xilas bim Dema bigrim dawa yarê di dest de 13 Wax li wê rojê ku biçim gora teng Birijînin ser serê min ax û seng Ne ling hebin ez ji maran birevim Ne dest hebin b'mûriyan re bikim ceng bi xêra asoya helbesta kurdî |
|
07.06.2013 18:27 |
brusk56
|