102762. ji bo kesên ku dixwazin hîn bibin an jî hîn dibin ez ê hin çavkanî parve bikim.
Here lînkê ev malper bi giştî almanî ye lê tê de ji gramerê ta mînak û spartekan gelek tişt hene.
Here lînkê ez bawer im hûn bi memrise'ê dizanin. min jî di memrise'ê de lîsteyek çêkir. ev lîste bi tenê ji peyvên ku di azmûna Goethe a ji bo asta yekem de derdikevin pêk tê. min ji bo niha wateyên peyv û lêkeran bi tirkî nivîsand lê dibe ku rojek lîsteyek kurdî-almanî jî çêbikim.
Here lînkê ji bo kesên ku îngilizkî dizanin û almanî hîn dibin ev lîste baş e.
Here lînkê dibêjin ev malper jî bi kêra kesên almanî hîn dibin tê lê min heta îro neceriband.
ji van pê ve kursên deutsche welle û duolingo jî gelek baş in.
Here lînkê ên ji gohdarîkirina radyoyê hez dikin dikarin li vê malperê radyoyên cur bi cur gohdarî bikin.
|