1. kêzikeke biçûk e ku şevên havînan li mirov diherimîne. bi xwîna mirovan zikê xwe têr dike. dema ku hewa sar dibe ev winda dibin Û kengê ku hewa dest bi germbûnê kir di cî de derdikevin holê. bi baweriya min navê wê ji germmêş-ê guheriye Û bûye kermêş. di zimanên hind-ewropî de navê wê nêzîkê mêş-ê ye weke mînak li englîzî û fransî Mosquito, li almanî moskîto, mücke ye . |
|
28.05.2014 15:54 |
oxir
|
2. kerrik, kerr mêş, dibe jiber kermêşên hê ji şîr nabin/çavê wan nabişkife li pey xirê xwe diçin xwe kerr dikin jibû wî kermêş tê gotin |
|
22.09.2016 00:22 |
shorbevan
|
3. di diya xweyê xwenin, ev nizanin rihetî çîye mala wan jin û zariyên wan tunene meriv bişev jî naçe mala xwe.. |
|
22.09.2016 00:23 ~00:26 |
shorbevan
|
4. (bnr: mormork) ew çar sal bû serê min wan ra ketibû belayê. Yaw arqadaş wana ez qul qulî dikirim! |
|
22.09.2016 00:47 ~00:50 |
bûtîmar
|
5. pirahî li cîhê avzêmî hene, di mêwên tirîde jî hene, hetanî bibe divê meriv mêwa li nêvzî malê daneyne an divê meriv ji niyana wan gazina neke.. |
|
22.09.2016 23:09 |
shorbevan
|
7. heyînên ku mirov dîn dike. |
|
16.01.2018 11:53 ~11:53 |
kurdokercewsî
|
8. ji bîhna nane hez nakin |
|
27.05.2020 22:44 |
afa
|
9. Havîn hat û dîsa demsala wan e.Ji ne paqijiyê hez dikin , bêhna gorên qirêj pirr hez dikin.Ji xwîna min jî pirr hez dikin (A rh +).lê ji xwîna hin kesan jî aciz in. |
|
27.05.2020 22:56 |
brzn
|
10. Gava ku mirovek bajarî dihat gund wextê razanê hemû kermêşên me li dora wî kom dibûn * êdî goştê laşê bajariyan zirav bû xwîna wan şêrîn bû nizanim çi sedem bû * lê ev şev me bi xêra wan bi rehetî serê sibê dianî * |
|
27.05.2020 23:13 ~23:25 |
kajav
|
12. Qayyuma batmanê xwedê jê nerazî be bajêr baş derman nake..îdî xwestî dike an kês jêre nabêje nizanim..lê em perîşan bun |
|
28.05.2020 19:23 |
xeletnivîs
|
13. Topa ûris li wan bikeve yek nemînin |
|
10.07.2020 23:09 |
afa
|
14. Telaqê wan nim xwînxwaran bi me re xwîn nehîştin. |
|
11.07.2020 15:05 |
nivîskarê gêj
|
15. Çar darên me yên nû çandî hebûn heta min ew av dan xwîn di canê min de nehiştin. Agir bi mala wan bikeve erê welleh. Min pî, mil û destên xwe cihên tazî şil kirin îja xwe li tîşort û şalikê min danîn malmîratna. |
|
11.07.2020 20:37 |
xabûrî
|
16. Ajalên di ajaltiyêde li asta herî bilindin,ajalên heqê ajaltiya xwe lixwe helaldikin.. min îsal çêrî wan nekiribû divê kurmê xwe bişkênim, stres û heyfa betlandina xwe di wande derxim ez di (bnr: ribik)a tiştê diya dindar û ne dîndar,.. û alim û zalimê wan bi heb heb.. |
|
12.07.2020 22:31 |
shorbevan
|
17. hîn jî vizeviza wan e. Vê mehê min bixwe ji dehê zêdetir kuştiye. Kî bêje tekamul nîne, bila dêhna xwe bide Ka çawa ev ker layê keran vê sir û seqemê de dikevin malan. |
|
22.11.2021 02:44 ~13:36 |
tizbîkêş
|
18. mixmixk ango mixmix jî tê gotin li herêma serhedê.Lê min ev peyv ji yekî ezerîyekî ku li îran dijî bihîst.Digot em jî dibêjin maxmax : ) |
|
22.11.2021 18:09 |
brzn
|
19. Dibe ku di nav ajalan de yê ne lezimtirîn be. Kêmasiya wê ne zirarê dide ekolojîyê ne jî başî. Ger kermêş bi temamî ji holê rabe, hin ajalên ku xwe bi kermêşan têr dikin wê kêşeya xwarinê bikşînin lê piştî cihekî wê ji xwe re zindî û xwarinên nû bibînin. Yanî wisa jî dikarim bibêjim, ti zindiyek tuneye ku bi kermêşan têr bibe. Ji bo wê di pergala ekolojîyê de wê zirarek zêde çênebe. |
|
22.11.2021 19:18 ~21:45 |
yûsiv
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |