Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


4 mijar û 6 peyam
pirtûkfiroşgehên pirtûkên bi kurdî - tirşik
pirtûkfiroşgehên pirtûkên bi kurdî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li piraniya bajarên tirkan wek hev in. bi piranî pituk kêm in, ji xwe kovar kêmtir in jî.

li enqerê pirtûkfiroşgeha çarçira hebu û gorî gelekên weke wê baştir bu, nizanim hê dimîne yan na. xwediyê wê yekî baş bu û zanîna wî jî baş bu. ji ber ku tekane cihê kovara w lê peyda dibu jî ji xwe jê-veneger bu. weke din jî pirtûkên tunebin jî dixwest hinekî dom dikir lê ku pêkan be peyda dikir.

li mêrsînê li pirtûkfiroşgeha tekagaçê hinek pirtûkên kurdî peyda dibin lê gelekî hindik in. weke din dîsa li mêrsînê pirtûkfiroşgeha kitapsanê jî gelek kêm be jî hinek pirtûkên kurdî peyda dibin û li vê derê jî ji bo xwestina pirtukên tuneyî hewldanek heye.

li edenê qasê ez zanim çend kafeyan hinek pirtukên kurdî hene,bi pirsan ez çubum ku pirtûkekê peyda bikim lê weke ku pirtûkên li wir hatîn jibîr kirin bin kêm û kevn bun. ez li edenê tu der din nizanim. dîsa li bajarên tirkan saziyên kurdan pirî caran pirtûk peyda dibin lê zehf kêm û piranî yên probagandayê ne.

weke din;

(bnr: li dîlokê pirtûkfiroşgehên pirtûkên bi kurdî)

(bnr: pirtûkfiroşgeha munzur)



13.07.2014 10:49 | azadixwaz

2. ji bilî stenbol û diyarbekîrê hema li her derê li pirtûkfiroşgehên de pirtûkên kurdî pir kêm in, mirov nikarê xwe bigihînî gelek pirtûkan, kovaran.. qetnebe edî înternet heye ku berê ev jî tunebû..



13.07.2014 12:36 | havka

dengdanên dawîn (yên din..)
onedio.com [2]
Jê birine. Onedio jixwe malperekê beradayî bû veca li ber çavê min bêt...
kurdistan [2]
Welatekê sêwî ye. Her gava di nav we welatê êş û qîrîn e. Xwedê li wi...
ferhengên înteraktîf [1]
Ferhengeke ehmeqî hebû bi navê inci sozluk. Wan ew ferheng g...
cemali coşan [1]
Wek bernavkê ku tê zanîn "ankaralı kürt cemali" yekem qubede...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Duh bi tesadûfî rastî vê versiyona strana bejnê (feqe çûne ber feqetiy...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirtûkfiroşgehên pirtûkên bi kurdî
» pirtûkên kurdî yên ku tirşikvanan nekarîne biqedînin
» kurdîlit

Kategoriyên mijarê:: pirtuk kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî