1. koavareka zanistî û teknîkî ye, ez ne xelet bim bi vî çeşnî û bi vî rengî cara ewil e kovareke bi kurdî derdikeve..kovar li ser înternetê hatiye barkirin û heçiyê bixwaze dikare bêyî heq daxîne ser kombers û smartfona xwe, sûd û feyzê jê hilÎne.. ji xwe slogana kovarê jî zanista xwedê nayê firotin e.. edîtorê kovarê camêreke bi navê cûneyt ewrareş e, bi qewlê edîtor, kovareke multî mijar e, yanî bi ser navê zanist û teknîk û teknolojiyê çi mijar hebin kovar li xwe digire û xwe lê dike xweyî.. kovar ji ber tuneyiya derfetên aborî çap nebûye, niha tenê li ser înternetê belav kirine, dibêjin serê du mehan carekî an sê mehan carekî wê derxînin.. mijara sereke ya hejmara ewil ya kovarê jupîter kêrê çi tê ye, belê wekê ku ji navê mijarê û ji nivîsa edîtor jî dixweye hinek kêmasî û pirsgirêkên rastnivîs û rêzimaniya kovarê hene, lê pê re pê re bi hejmarên nû ev kêmasî û pirsgirêk jî wê safî bibin.. kovar bi zaravayê zazakî û kurmancî ye, û cara ewil e dibînim, di kovareke bi kurdî de di rûpela pêşÎn de cih dane nivîs û mijareke bi zaravayê zazakî.. pirraniya nivîsên di kovarê de ji zimanên din hatine wergerandin, lê ev ne kêmasî ye, ji xwe ne mimkun e bêyî wergerê kesek rûne û bi zimanê kurdî li ser zanist û teknîkê binivîse.. şêwe û şêwekariya kovarê (wêneyên ku di nav kovarê de hatine bikaranîn filan) biçekî dişibe ya sızıntıya kovara cemaeta fethullah gülen.. di nivîsên xwe de zimaneke sade û sivik bikar anîne, hema bêje herkesê bi kurdî zane bi hêsanî kare kovarê bixwîne û jê fêhm bike.. dîsa di kovarê de behsa egerin.coma yekemîn motora lêgerîna bi kurdî kirine, lê behsa tirşikê nekirine.. neyse ez dirêj nekim û serê tu kesî neêşînim.. ev jî vîdeoya reklama wê ya li ser trt 6ê ye; vîdyoyê veke |
|
01.09.2014 02:07 |
endazer
|
2. kovareke zanistî û belaş e, lê zahf xweş e.. û bi her awayî tu dikarî agahiyan jê bistînî! |
|
01.09.2014 02:13 |
siyajîn
|
3. Kovareke zanistî ye, li ser teknolojî û zanista nûjen e, di malpera teknokurd.com'ê de tê weşandin. Îro hejmara wê ya sêyem jî derketiye. |
|
20.02.2015 13:21 |
xendekî
|
4. ji ber ku li ber pc xwendin, çavên min diêşîne, ji bo vê kovarî derxînim ezê piştî du sala kartuş û tomara kaxizan bikirim. lê eger têkildarên bi kovarê hebe û vê derê dixwînin, rica dikim, nivîsan pir hindik dînin li ser wêneyan. tîp û nivîs li ser reng û xêzan û wêneyên balkêş winda dibin û ez bawerim gelek kes nola min bi hêsanî nikarin motîveyî xwendina nivîsan bin. ji xwe dema ez ji printer derxînim, hêvîdarim ku 'edim nebin. ez bi hinark û gepên we yî hêja maçî dikim û xwedê ji we razî be. * |
|
20.02.2015 14:55 |
biruya hayao miyazaki
|
5. Duh di malpera wan teknokurd.com ê de derheqê tirşik.net ê nivîsekî hate weşandin. |
|
11.03.2015 08:49 ~08:54 |
mîr
|
6. kovara ke mîyanê ci de hem kurmancî hem zazakî esta. |
|
11.03.2015 20:09 ~20:56 |
endazyar
|
7. parvekirina wan a li facebookê ya qala agahiyên zanyarî gelek kêfa min tîne. xwezî hinek din pir ba. |
|
12.03.2015 12:08 |
biruya hayao miyazaki
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |