1. stranbêjek xwediyê dengek nerm e. min berî çend deqeyan bi saya mijara lorîna sibê nas kir û gelek jê hez kir. di înternetê de derbarê wî de hema bêje qet agahî tune. |
|
25.12.2014 21:37 |
simurg56
|
3. li ber dilê min qeyda amator ya kew hêlûna ji dev û dengê wî ji qeyda stûdyo-albûmê xweştir e. min hêj guhdarî temamê albûma wî ya nû derketî ya bi navê lorîna sibê nekiriye ji ber wê nikarim zêdetir binivîsim. |
|
26.12.2014 03:12 |
endazer
|
4. dengekî nerm pê de heye, dengê wî aramiyek dide.. |
|
28.02.2015 16:51 |
ferhenga şikestî
|
5. par dema pêşangeha pirtûkan ya li amedê, li sumerparkê ahenga wî hebû, ez jî bi tesadûfî lê rast hatim û rûniştim heta dawiyê min guhdarî kir, pêşiya konsertê çend rojan min albûma wî guhdarî kiribû, performansa wî ya zindî jî ne kêmî performansa wî ya li tomargehê ye.. |
|
01.07.2016 18:30 |
endazer
|
6. Albûma xwe ya duyemîn di 1ê Sibat a 2020an de belav kir. vîdyoyê veke |
|
03.02.2020 08:39 |
lehî baranyan
|
7. Di vê xelayê de bi hebûna wî serbilind im. Van rojên dawî her sibe bi stranên wî , bi taybetî yên albûma nuh dest bi rojê dikim. Dengekî germ û nerm e. |
|
17.02.2020 02:53 |
biaqila malê
|
8. hunermendê deng û kesayeta wî hev temam dike. Li vê heyamê de hewceyî nirxa wî bê zanin. vê stranê jî diyarî biratiya gelan nakim |
|
17.02.2020 09:08 |
hector
|
9. strana gundek ya abbas ahmed çendî xweş gotiye, çendî şox û şeng! lê çima di albûma xwe ya nû de cîh nedayê nizanim. |
|
17.02.2020 12:19 ~12:20 |
endazer
|
10. dengê wî gelek kubar û bihîs e awazên stranên wî mîna rasthatina bayek îtalî û bêhnek kurdî ye |
|
13.04.2020 21:16 |
lîfikê firaxê
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |
|
pere li erdê dîtin [1] |
|
pere li erdê dîtin [1] |
|
pere li erdê dîtin [2] |