1. yek ji xwarinên herî xweş e. wek şorbeya nîskan jî tê bilêvkirin. di malên feqîra de xwarina sereke ye. di malên zengînan de jî xwarina amadehiyê ye. |
|
15.04.2015 01:07 |
xendekî
|
2. dema ez lîseyê meha remezanê ji ber ku ez li wargehê dimam, hema bêje her roj, hevalekî ji lîseyê an ji wargehê ez dixwestim şÎvê, axirê rojekî dîsa hevalekî ez û du hevalên dî xwestin şîvê/fitarê, piştî ku melayê mexrebê bang da em çûn ser sifrê, li ser sifrê rê tunebû, nîsk, selete û mezeyên muxtelîf, pelçim, borek û nizanim çi û ne çi, min jî zikê xwe bi xwarinên li ser sifrê tijî kir, min go belkî ev malbat jî wekê me kurdan malhazirî çi hebe carekî de datîne ser sifrê, axirê min laliya xwe ya nîskê xilas kir, min dît diya hevalê min, go kurê min te laliya xwe xilas kiribû ez xwarinê bînim ji te re, hingî min fêhm kir ku ew hêj lêlê bû û lolo jî di rê de ye, lê rêya revê jî nemabû, piştî nîskê çar pênc texlît xwarin anîn û her gotin de bixwe ma tu fihêt dikî?? bes xwudê zane wê şevê min çi qas zor da zikê xwe.. * |
|
15.04.2015 01:13 ~01:14 |
endazer
|
3. şorbe ji xwe shorbeye |
|
15.04.2015 09:38 ~12:57 |
shorbevan
|
4. li kurdistanê zivistanê serê sibe li ser sobê tê kelandin mirov vedixwe hinavên xwe germ dike piştre derdikeve dervê *. tiştekî eceb jî ew e ku hin jê dimsê jî dixin navê dema vedixwin. |
|
15.04.2015 12:42 ~12:43 |
gêjê
|
5. şorbeya neteweyî ya kurdan * |
|
15.04.2015 12:47 |
kurê bavê xwe
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
cemile dinçer [2] |
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
sîdar ferîd [1] |
|
hevalnav [1] |