1. muzikek ku dılé mere germ dike çédikirin. albümé mina hêvî, em azadîxwaz in, welatê min/roj wê bê u Fedi çékirin u wek wenda bun. Gohdarikirina Fedi nayé gotin. |
|
29.07.2013 15:57 |
saryaudisasarya
|
2. koma ku solîstiya wê stranbêj û mûzîsyenê navdar ê kurd mehmet atlı dikir.. stranên vê komê yên wekê mihemedo, negirî, fedî, dilê xemgîn, no çi halo, dêra sorê, zerî gelekî xweş û mirov ji guhdêrînê têr nabe.. |
|
29.07.2013 17:13 |
endazer
|
3. komekî pir kevin lê xwediyê tarzek pir nûjen e. |
|
30.07.2013 01:48 |
brusk56
|
4. Ji bo ev komê hinek dibêjin "tirşikçî". |
|
04.08.2013 19:17 |
zîpik
|
5. em nû hîn dibin ku ji aliyê hinekan ve weke tirşikçî hatine binavkirin. |
|
04.08.2013 19:24 |
simurg56
|
6. Camêrên ku gotine ev kom tirshikçiye ji alîkî ve ne neheqin, jiber ku di her albumên wan de straneke ji helbestên kemal burkay çêbûye heye û heta strana sereke ji helbrstên wî ne. |
|
04.08.2013 20:40 |
hemdilaarda
|
7. koma ku bi bikaranîna helbesta kemal burkay bûne tirşikçi * em ê hê ecêban bibînin . |
|
15.01.2014 01:07 |
brusk56
|
8. dilê xemgîn e… |
|
10.02.2014 23:34 |
ervah.azad
|
9. koma ku kilama dilê xemgîn dibêje ye. kilamek encax evqasî xweş dibe. |
|
23.02.2014 13:28 |
nazim tolhildan
|
10. hemû albûmên wan (ku yek ji wan jî êdî wek kaset an jî cd li bazarê nîne) li spotify û li platformên din ên dîjîtal hatin zêde kirin. |
|
10.03.2016 02:28 |
xidiran
|
11. |
|
02.11.2016 11:07 |
nazim tolhildan
|
12. koma muzîka şoreşgerî bû. koma girêdayî an jî nêzîkî partiya sosyalîst a kurdistan / psk bû. navê wan dişibe navê ewil ê pskê (özgürlük yolu). gelek stranên xweş ên şoreşgerî, civakî, welatparêzî, evînî sazkirine. helbesta kemal burkay a binavê "em ne binketî ne" gelek xweş strandine: |
|
16.05.2020 20:40 ~20:41 |
hespêsor
|
13. Berê rastê stranên wan hatibûme jî nû wan nas dikim û stranên wan didim rêzê guhdar dikim. |
|
23.04.2021 23:43 |
kajav
|
14. min strana wan ya "ez te baş nasdikim" nû guhdar kir. min heta niha çawa guhdar nekiribûm nizanim:( şermeke mezin. stran ji aliyê mehmet atlı ve tê gotin. lê çîka herî xerîb hevalekê min hebû. gelekî ji hev hezdikirin lê piştre rewşa me gelekî xerab bû. îro li cem min derbas kir û ne slav me da hevdû ne jî tiştekî din. tenê me çavên hev nêrî û meşîn çûn.. piştre jî li ser spotifyayê ew stran derket pêşiya min:( |
|
18.05.2024 18:51 ~18:51 |
horhorik
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |