Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 8 peyam
mervan - tirşik
mervan
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Navekî mêran e..li gorî wîkîferhengê wateya vê gotinê “merd, camêr, qenc, xêrxwaz, xweşmirov” e..

lê ev gotin di nav elewiyan de neyînî ye.. ku hin caran mîna “yezîd, nemrûd” tê bikanîn..navê halîfeyekî emeviyan e ji ber vê yekê wate neyînî ye dibêjin..

mînak: çerê xwe mîna mervên( mervanî) tirş kiriye..



16.04.2016 23:13 ~23:23 | havka

2. piraniya nivisandina mirov e.Li devera Farqîna Amedê û Bîngolê li kar e,weke tirk dibêjin:akrabalar.



17.04.2016 12:06 | tûjêko

3. Tişta rastî:
(bnr: merwan)
_______
(bnr: xwesteka bikaranîna tîpa w yê şûna tîpa v yê)



12.12.2020 23:42 | merwano

4. yaw ev nav di kurdî de mervan e yan merwan e yan meřwan (bi r'ya req) e min tiştek fam nekir. di ferhengan de hem mervan heye hem merwan. kesên tirk dibêjin mervan, kurdên bakurî hem dibêjin merwan hem dibêjin mervan, kurdên başûrî dibêjin meřwan (ev piçekî ecêb hat li min). îja nizanim kîjan dirust e.



13.12.2020 00:19 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
bi kurdî fikirîn û bi tirkî gotin [8]
hevalekî min ê mêrdînê, keçeke tirk hez kiribû û yê jê re bigota "dile...
kim kardashian [3]
qûn'ek e ku dikare weke mirov biaxive, bimeşe û hwd....
paşnavên komîk ên tirkî [2]
yek ji wan jî do li nobetê derket pêşiya min. Ya bi rastî paşnavê wê n...
nuhev.com [1]
Haya min jê tune bû heya îro ku ez bi awayekî çawalêhato leqayî hatim....
îngilîzî [1]
vîrûsa zimanan e. ew bixwe di dîrokê de hingî li bin tesîra frensî û l...
belki ev jî bala te bikişînin
» mervan

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî