1. Tevnepirk rast dibêje ji cizîrê ye. Navê birayê wî hesen e tê gotin ku ew jî ji cizîrê ye, lê kes qala diya wan nake. A ku dike ew e ên ku dixwin ew. |
|
24.08.2013 00:10 |
înano lo
|
2. dengbêjê ku hestan bi girî dike... |
|
24.08.2013 10:33 |
devliken kelogiri
|
3. ew ji dikare bi zekata dengê xwe gelek qirş û qalên ku ji xwe re dibêjin hûnermend heya heya têr û tîr bike. |
|
24.08.2013 14:54 |
tivirloismail
|
4. meseleyek ya mihme arif cizîrû u mele Mistefa barzanî heye .. ku tê gotin, mihme arif ji Mele mistefa dixwazi ku jê re dibêji "min bike bilbilê kurdistanê". Mele mistefa dibêji "kuro mihme arif stirhanên te hertim ser işq u meşkê ye te carekê ser işqa Kurdistanê stirhanek ne gotîye ku heya ez te bikim bilbilê kurdistanê" ... |
|
24.08.2013 23:00 |
singundiki
|
5. sewtek welê li ser mihemed arif bû ku heta gelek hunermendên navdar guh didanê. li gorî gotina beşir ant zeki müren di ereba xwe de ji xeynî mihemed arif guh nedida tu muzîkê. di derbarê jiyan û hunermendiya mihemed arif de par pirtûkek bi navê "bilbilê kurdistanê" derket, nivîskarê vê pirtûkê şÊwirmendê rehmetî şerafettin elçi, beşir ant e. pirtûk ji weşanên ba derçûye. |
|
04.11.2013 07:36 |
zero
|
6. gava ez gÛhdarîyÊ xezal xezala wÊ dikim hemû demarÊn minÊ kurdistanÎ ji nu ve vetidin. ew demarana ku bi destÊ evdilla öcalan hatibÛn miçikandin. |
|
15.02.2014 16:55 |
cinorek
|
7. Mozart sax bÛna we mihemed arif cizîrî guhdarî bikira.* |
|
25.05.2014 17:45 |
xwelî li ser
|
8. ji bo min hemû stranên wî hizn û melankolî ne, dibêjim hizn lê hizneke esilzade, ne ji wan hiznên ''varoş'' hizneke ku ji te ve pê kes nizane û pê nahese. meselen emrê borî; |
|
16.07.2016 23:58 |
endazer
|
9. di derbarê stranên xwe û stranên bi vî dengîde xweyê vê gotina hanêye; "herçî gohdarî van miqama bike,kêfê bike emrê wî wê dirêj be" pirahiya stranên wî xweşin hinek ji wan evin; |
|
18.07.2016 00:19 |
shorbevan
|
10. li civatekî dengê xwe li bêrîvanê germ dike, ew qasî xweş dike û ji dil distirê, dawiyê yek ji civatê xwe nagire û dibêje ''xwe bikuje hey te'd.......'' |
|
27.08.2016 00:29 |
endazer
|
11. hozanê xemê bi keyfê distre. |
|
04.03.2020 20:24 |
hespêsor
|
12. Deng nemir e. Li ser jiyana wî vîdeoyek gelek xweş li ser kanala youtubeê a pel filmê hatiye parvekirin. destê wan sax be. |
|
19.04.2020 23:13 ~23:13 |
kajav
|
13. hinekî dereng bi heybeta dengê mihemed arif cizîrî ketim. bi rastî ez berketim ku çima dereng pê hisîyam. |
|
19.04.2020 23:37 |
raman
|
14. Min li ser jiyana hunermendê hêja Mihemed Arif Cizîrî çend tiştên bi taybetî li ser torên civakî hatine belavkirin ji niviskar û lêkolîner Konê Reş pirsî. Min xwest ku ew Mihemed Arifê ji terefê gelek kesan bêtir weke stranbêjê eşqê û tenê li ser dilan kilam gotiye derdikeve pêş ve bi çend pirsan ji kilam û stranên wî wêdetir li ser ked û hezkirina wî ya Kurdî û welêt bisekinin. |
|
31.10.2020 01:30 ~15:46 |
mefer
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |