escape from freedom | 1941 Nivîskar: erich fromm | . | psîkoanalîz | 250 rûpel pirtûkeke têr û tijî ya (vbnr: erich fromm) e.... |
1. pirtûkeke têr û tijî ya erich fromm e. bi kurdî reva ji azadiyê ye. fromm di vê pirtûka xwe de li ser psîkolojîya mirovên dema modern analîzên xwe rêz dike. fromm dibêje di dema feodalîte hakimê cîhanê bû mirov ji maf û azadiyên xwe bêpar bûn lê hesta tenêbûnê nebû, mirov jixwe bawer bûn, xwe kêm û tik î tenê hîs nedikirin, endîşeya siberojê nebû, herkes têra xwe dixebitî; lê piştî reform û ronesansê kar û xebat zêde bû, maf û azadî zêde bûn, sanayî pêşve çû, mekîneyên nûjen derketin, lê bi van re têkilîyên mirovan qut bûn, mirov bi tiştên ku rêvebiran danîtin ber wan ve mijûl bûn, mecbûr man ku di nav sînorên ku wan danîn de bimînin û vê jî wek ku ew bi xwe van tişta hildibijêrin dan fêmkirin; piştî demekî mirov weke mekîneyekî lê hatin; pêşveçûn ji bo mirovan bû, lê piştî pêşveçûnê mirov jî bûn navgîneke pêşveçûnê; bi van tiştan re hesta tenêtî peyda bû û bêhêziya takekesî û hesta bêbawertîyê û bêqedrbûn û tenêtî di mejîyê mirovê modern weke kurmekî lê hat. ji ber vê mirovên modern ji azadiyê direvin û xwe bi tiştekî ve girê didin; wek hinek xwe bi dîn ve, hinek xwe bi serokekî ve, hinek xwe bi evîndarîyê ve û hwd. hingî ku mirovan hin azadî bi dest xistin, ketin bin hin sînor û qeydên din de. |
|
27.10.2016 01:07 |
xendekî
|
2. Pirtûk, rewşê derûnî ya bindestî û heyama nûjen bi berfirehî pêşkeşê meriv dike. Di gellek mijaran da meriv dikara xwe wek nexweşekî li ba pirtûkê binav bike.Ji bo kurdekî pêvîste were xwendin lewra ba$tir meriv dikare xwe fêm bike... |
|
27.10.2016 23:17 ~23:20 |
roberz
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |