1. çomez an çömez peyveke bi tirkî ye û di ferhengên înteraktîv yên bi tirkî de nivîskarên hîn nivîskariya wan nehatî erêkirin tê gotin.. û di berê de jî ji bo berdestên feqiyên di medreseyan de dixwendin dihate digotin li gorî nîşanê yan ê ermenî.. û dîsa li gorî heman çavkanîyî ji lêkera çömelmek ya tirkî ya di wateya xwe xwarkirin xwe çemdandinê de ye çêbûyiye.. belê ez vegerim ser mijarê em peyva çomezê gelekî min reht û aciz dike û dixwazim di berdêla vê peyvê de peyveke bi kurdî an bê dîtin an jî bê çêkirin.. |
|
10.09.2013 01:05 |
endazer
|
2. Şagirtî |
|
10.09.2013 01:07 |
nan û av
|
|
|
10.09.2013 14:53 |
seydayê_peyvan
|
5. dive bi tefekkurê tirkî nebe. pêşniyara min; 'berxik' e... |
|
11.09.2013 20:01 |
cinorek
|
6. zarok |
|
11.09.2013 20:28 |
newenda
|
7. peyva paleyê ez bi xwe carinan ji bo nivîskaran bikar tînim.. |
|
11.09.2013 23:21 |
endazer
|
8. zehf in. lê problemek wisa heye ku yên ku çomez in, jixwe vê malperê baş nakin û jargona malperê jî loma nizanin. niha dema kesekî nû hat û bû çomez, ger bin navê xwe de nivîsa weke mînak "nivîskarê pale" bibîne, ez bawer nakim ku meseleyê fêhm bike. loma ev peyv weke çomez hat hiştin. lê ger alternatîfek ku, endamên nû jî bi hêsanî fêhm bikin bikare were dîtin helbet dikare were dîtin. |
|
12.09.2013 09:07 |
simurg56
|
9. îja tu weke "çomez" dinivîsî.. ez di telaqê dinyayê nim ku ez ji vê gotinê xelas nebûm. |
|
24.09.2013 10:59 |
serxush
|
10. şagirt li gorî min jî baştir e. |
|
14.04.2014 01:54 |
berxweda
|
11. bêjî, rijî, kavir,nekelî,bêpirç an naşî.. |
|
14.04.2014 02:03 |
havka
|
12. şagirt Peyvek bi Kurdî/îranî ye. |
|
14.04.2014 02:25 |
berxweda
|
13. pêşniyara kevçî: (bnr: bişkul) |
|
24.04.2014 01:59 |
kevçiyê dil
|
14. Wekî ku me di tivîtirê de jî got, ji bo peyva ''Çomez''ê em dikarên peyva ''sava'' bi kar bînin aya? wateya savayÊ :ew golik û berxikên ji dema xwe derengtir dibin, makên wan dereng dizên, ji wan re tê gotin! em ji bo vê yekê bi kar bînin cawa ye? di gel xwe mîzah û îroniyê jî tîne ! |
|
22.05.2014 20:35 |
îmansist
|
15. varik an jî hilî h wekî 'h'ya di herfê de tê bi lêv kirin. |
|
07.04.2015 17:27 ~17:50 |
serhednişîn
|
16. Zarokê do ne pêr jî xirab nîne. Hilî an virnî baştir dixwiyê |
|
27.03.2016 19:58 |
sibatok
|
17. Di şûna peyva çomez de peyva virnî bê gotin/bikaranîn çêtir e. Peyveke gelek xweşik e. Nivîskarê Virnî... |
|
02.05.2021 00:46 |
janatlas
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |