(4) (0) (2) |
|
1. daxwaza min a ji dil. Çi jî bikim zarokeke nûbûyî nikarim bi vê peyvê hez bikim. ferhenga me zêde nabe alîkar; pitik, bebe, bebek, zarok (ji bo kesê ku lebatên wan ne li gorî jî û temenê wan e, tê gotin) |
|
05.06.2013 11:35 |
simurg56
|
2. sebî heye li aliyê amedê ji bo zarokên berşîr tê bikaranîn.. wekê din li cizîrê dayîk ji bo zarokên xwe yên berşîr dibêjîn dergûş jî.. |
|
05.06.2013 16:38 |
endazer
|
4. peyva dergûş ez jî dibejirînim û ji min peyveke xweş û li cih de ye û tê bikaranîn jî. |
|
01.07.2013 22:14 |
azadixwaz
|
5. çilî. ev jî heye. li farqîna amedê ev jî li kar e. |
|
17.11.2013 23:52 |
ceso
|
6. peyva ku ji ber ku kurdî di nav zimanên hînt ewrupî de ye bi awayî çêbûye. |
|
18.11.2013 01:50 |
brusk56
|
7. DAXWAZEKE Lİ CÎH E. KÊFA MİN JÎ Jİ PEYVA PİTİKÊ RE NAYÊ. |
|
17.12.2013 17:38 |
oxir
|
8. ezbenî hûn ne mehkûmê peyva pitikê ne. hûn dikarin peyvên wek zarok, tifal, mişo, hito bikarbînin. |
|
17.12.2013 17:49 |
nan û av
|
9. Peyva bebik dibe. Lew ev peyv jixwe aryanî ye (bnr: baby). Bi qasî ku dizanim koka peyvê "beb" û qertaf û pêveka -ikê jî jixwe qertafeke kurmancî ye. Ev qertaf peyva ku pê ve dibe wateya biçûkkirinê didê. Herwekî law-ik, keç-ik, jin-ik... Anku bi kurt û kurmancî esl û feslê peyvê ne tirkî ye. Tirk herdû peyvan jî bi kar tînin anku "bebe" û "bebek". Bi îhtîmalek mezin tirkan vê peyvê ji îraniyan ( yanî kurd, faris, belûcî... De êdî kîjan be) wergirtiye. |
|
17.12.2013 17:52 |
ceso
|
10. Erê yaw ev pitik dema dibihîsim pirr bê kêyf dibim nizam çima.Li gor min peyvek ne baş e.Dema dibihîsim ez error dibim. |
|
30.03.2019 18:04 |
brzn
|
11. pitik çiye ne ne go kitik. |
|
26.05.2020 10:14 |
hespêsor
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |