(6) (0) (3) |
|
1. Kul û derdê nûh ê serokwezîrê tirkiye ye. dixwaze ku pozê dewletê têxe biryarên ferdên 18 salî û zêde. Îcar jî me nebetiland û sedemê wê eşkere kir: civata me muhafizekar demokrat e. (bi kurdiya muhafizekar, kevneperest/ kevneparêz/ adetperest e; piştî vê bêjeyan ne hewceye şîrovekirinê: dibin dijminê nûh) |
|
06.11.2013 11:33 |
biruya hayao miyazaki
|
2. malzemeya nû a kerdogan e. |
|
06.11.2013 18:39 |
brusk56
|
3. li gorî erdogan êdî qedexe ye. |
|
06.11.2013 19:44 |
simurg56
|
4. gotÎna ji ehlaqÊ mirovahÎyÊ dÛr e. Îja hew ev gotin mabÛ. wÎsa xÛya dike kÛ ev hiqÛmeta bÊ ehlaq hew mabÛ dest biavÊjÊ namusa xelkÊ, ez ditirsim di demek nÊzde destÊ xwe bi jÎyana zayendÎ ya xelkÊ jÎ bikin Û bibÊjin hUn wisa pevşabin, wisa çÊkin wisa bikin hwd. |
|
06.11.2013 19:57 |
derûnnaso
|
5. dema dibêjin "kızlı erkekli" tenê strana kû dibêjê " kızlı erkekli gençler ellerinde roketler, kan kusturur tc'ye kürdistanlı yiğitler" tê bîra min. |
|
06.11.2013 20:07 |
nan û av
|
6. (bnr: keç û kur bi hevre di tirşikê de peyaman dinivîsin, keyfê dikin) |
|
06.11.2013 20:14 |
brusk56
|
7. li gorî alîkarê serokê koma akpê Nurettin Canikli, wê mudaxale wisa be: wê cîranê ciwanên ku bi hev re dijîn, vê rewşê ragihînin polîsan. pêre wê polîs jî vê yekê ragihînin malbata ciwanan. |
|
07.11.2013 19:16 |
simurg56
|
8. wekî ku pirî kes dizanê ev tiştekî veşartî û awerte nîne .lê belê ji ber ku kerek zîqîyayê tofana ku rabûyê! êdî pewîstê ku cîvat wan taqtiqa ne daqurtînê..... |
|
08.11.2013 19:02 |
newenda
|
9. bila kes neke kesî heya ez têm. |
|
08.11.2013 20:04 |
tivirloismail
|
10. ji ber bertekan, niha bûye problema akpê ya navxweyî. |
|
09.11.2013 21:27 |
simurg56
|
11. xêr û gunehên wan li stuyê wan, ew tecrube ye ku Tim û Tim bi dest nakeve. Bo kesên aqil di serî de, firsendeke pîr û pak e da ku jin û mêr bi hevdu nas kin, sînorên hevdu zanibin û rêz ji bo hevdu bigrin. |
|
12.05.2023 13:40 |
mirovekirind
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |