1. zeveş, li her derê kurdistanê belav e. Bi piranî jî celebek ku jê re 'zeveşê amedê' tê gotin bi nav û deng e. ew mîrat jî pir xweş e. kurd zeveşan dixwin, dendikên wan diqelînin, difiroşin, qalik/qaçilên wan didin çêlekan, pir kêm be jî hinek jê rîçala wan jî çê dikin. em dikarin bêjin ku kurd bê zeveş nabin. malek ji du kesan jî ava be herî kêm 5-6 donim zeveşan datîne/diçîne. |
|
03.12.2013 12:02 |
gernasnenas
|
2. ez zen dikim ku navê vê mêwî zebeşe. |
|
03.12.2013 12:24 |
nazim tolhildan
|
3. fêkiya ku li gorî deveran wek zebeş û cebeş jî tê bilêvkirin.. hetta min seh kirî forma belavtirîn ya navê vê fêkiyê şebeş e.. li aliyê mêrdînê jê re dibêjin cebeş ji xwe camêr ji diyarbekir re jî dibêjin carbekir.. |
|
03.12.2013 13:24 |
endazer
|
4. zebeş e dendik reş e, çi fêqiyekî xweş e. |
|
03.12.2013 13:57 |
mîrêhekarya
|
5. em dibêjin zebeş û zebeşên amedê meşhûr in. |
|
03.12.2013 15:44 |
emrah12
|
6. fêkîya meriv lê ecêb dimîne bi lemeka zirava çêdibe giranîya wî hetanî 50-100 kilo jî diçe dervayê wî pirahî keske piçek zere piçek spîye û zikê wî sore bîçimê wî gulovere carna yên bêteşe jî hene wekî serê evdoyê me û fêkîya li ser rîyê dinyayê herî xweşe bimin. di dora hezîranêda yên iranê û edenê zû dertên lê nîvê yê amedê nabin. |
|
08.06.2015 22:33 |
shorbevan
|
qehwe û felsefe [1] |
|
almanî [1] |
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |
|
pere li erdê dîtin [1] |