1. di 27.05.1961ê de di til kedişa bajarê dirbersiyê de ji dayik bûye. di 1981ê de diçe elmanyayê û li wir endezyariyê avahiyê dixwîne. di dema xwendekariyê xwe de bi şanogeriyê ve mijûl dibe. him di şano him jî di kenalê ardê de dekorsazî dike. em wî ji tabloyên xwe yên balkêş nas dikin. sedema balkêşbûna tabloyên wî, alava ku di tabloyên xwe de bikartîne ye. wek em jî navê (ya rast em bêjin nasnav ) wî jî têdigihîjin di hunera wî de alava sereke qaşilê hêkê ye. sedema vê yekê jî wiha aşkere dike; hêk nîşana jiyanê ye. heta niha 90 tabloyên wî hene, hin tabloyên wî jî di qezaya trafîkê de bi gotina wî "mirine". mamoste celîlê celîl ev nav lê kiriye. |
|
09.12.2013 16:58 |
parsek
|
2. ressamê kurd xebatên wî gelek delal in ... |
|
27.01.2014 10:29 |
jajî
|
3. di hunera ewropa û bi taybetî ya germenan de hêkên şikestî nîşana mirinê ne, |
|
10.03.2014 22:50 |
kevçiyê dil
|
4. hunermendekê hêja û afrîner e. li gor gotina wî Celîlê Celîl ev nav lê kiriye. heta niha ji bo tabloyên xwe ji mîlyonekî zêdetir qalikên hêka bikar aniye. BasNewsê pê re hevpeyvînek kiriye, fermo: Here lînkê |
|
08.12.2017 13:29 |
xendekî
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |