1. niviskara nû ku ez nizanim wateya navê wî çi ye . |
|
08.07.2013 11:17 |
brusk56
|
2. xêr dît. serburiyek helbesteka rojen bernas e û ciwan haco ji albûma xwe ya dûrî de gotiye. |
|
08.07.2013 11:34 |
serburiyek
|
3. Di romana Şener Ozmen a bi navê Rojnivîska Spînoza de beşek ji vê helbesta Rojen Barnas heye. Navê keçikê Peyman e û kurd e;navê lêwik jî Ehmed e û Ereb e. Peyman dibîne ku Ehmedo (Ehmeqo) tenê ji bo seksê jê hez dike û -dil bi xwe de li ser navê evîntiyê- wê wek objeyeke seksê dibîne û bikar tîne. Ev "helbestran" jî vê rewşê dide der. |
|
08.07.2013 23:49 |
zero
|
4. ciwan haco dema vê stranê distirê dikeve tepê û transê.. ji xwe dema dibêje diloooooo rebeno rebenoo diloooo xwîn di laşê mirov de cit dibe.. |
|
12.07.2013 16:23 |
endazer
|
5. wate ya wÎ macerayekÎ ye. ji peyvÊn stranÊ em fehm dikin ku haco u di navberÊ keçek narÎn macerayekÎ kavimÎye. ji bo wÎ navÊ stran serburÎye herhal. |
|
03.04.2014 13:02 |
hun çawane heval
|
6. gotin sar dibin dema pesnê ciwan didim. çirkeyek, tenê kêlîyek qasî lêdana dilê evîndar kin newayek, peyvek wasat nîne di stranê de. rojen barnas li tenişta dîlbera qeşeng şeh kirye kezîyên kin. ciwan haco bi dilê xort ji giyanê helbestê berhemek esmanî afirandiye. Ev serbûrî me li ber çem digerîne, aşiq dike, bi yarê şa dike, dilê reben dişewitîne lê efsûna stranê li ser van hestan re ye, zewqên kûr bexşî guhdaran dike. |
|
02.04.2020 22:59 |
hespêsor
|
7. Yek ji stranên xweş a albûma Ciwan Haco ya "dûrî" ye. Dema ciwan dibêje dilo rebeno, rebeno dilo!.. xem û mereq di dilê mêriv de dicivin. |
|
02.04.2020 23:58 ~2020.09.15 15:14 |
xeyda
|
8. strana ciwan heco a ku rojên berê û aramiya berê tîne bîra min . |
|
28.07.2021 13:38 |
shwinsherm
|
9. strana ku bi versîyona dengê ciwan haco nemayî paş, min li vir bar kir: Here lînkê |
|
29.07.2021 10:41 |
simurg56
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |