Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 7 peyam
kurdmanc qenc in le nezan in - tirşik
kurdmanc qenc in le nezan in
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Nivîsa ku ji aliyê cemîlê haco ku ji bo destpêka kovara hawar ya hejmara 7-a hatiye nivîsandin. Çiqas sernivîs xelet jî be ji bo we demê rast e.

Nivîs wusa ye:
Kurd qenc in û xwîna wan hemî namûs, rûmet û cisaret e. Ji lewra wilo radibin hevdu dikujin û malên hev dixun.Yek ji wan serê xwe ji êdin re natewîne. Ji ber ko çavê xwe di vî îşî de vekirine. Ci xortê ko nû radibe, çavê xwe li qencîyê digerîne, her dibîne mêrê qenc û meşhûr ko xelk pesnê wî dide, ew e ko mêran dikuje û talanan ditîne û serê xwe ji berbère xwe re natewîne. Ew xort jî radibe dest bi kuştin, talan
û berberîyê dike û xebateke zor dixebite çima ko je re pesn e. Heçî mêrê kurd ê ko kete îşkî her dixwaze ko li pêşîya hevalan be. Pir caran jî em dibînin ko yekî kurd bi çend hevalan re -ko ne ji miletê wî- dikeve îşkî, ger xwendin be, mêranî be, ger hemalî be, ewê kurd li
pêşîya hevalên xwe hemîyan e. Çima tebîet û cisaretê wî qebûl nake ko kes li pêşîya wî bibe. Heke miletê kurd jî mîna van miletên din ko îrû pêşde çûne, zana bûne de dîsan li pêşîya hevalan hemîyan bûna û
di nav miletan de meşhûr bibûna. Le piçkî şûnda mane. Dermanê zanabûnê jî ev e. Heçî ko kurd e û dibêje ez çêlîyê kurdan im divê arîkarîya civata xêrî bike, her kes li gora halê xwe, da ko civat jî bikare menfietekê li me bike, zarowên me bide xwen¬ din û dibistanan bîne devê derîyê me. Ma ne çêtir e ko em şêst heftê zêrên zer li yek zarokî bidin heta ko em li bajarkî ji van en dur bidine xwendin? Ew şêst heftê zêr ji civata xêrî re bit em dikarin sed zarokî pê bidin xwendin. Ji ber ko ewê dibistana bîne devê derîyê me. Mesref li zarokan naçe.

Û dawiya nivîsê wusa ye:
Tu tişt jî , mirovan zana nake ji xwendinê pêve.



16 roj berê 19:38 ~19:40 | horhorik

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
yaresanî [1]
li manîsayê ev nav bûye "yarhasan" "(paldayi...
rênas jiyan bila romanan jî binivîse [1]
daxwazeke li cî ye. camêr nivîsand. di dema borî de. romana xwe ya pêş...
semsûrî ji amediyan zêdetir li kurdiyê xwedî derdikevin [1]
dibe ku rast be. di serî de ev yek û bi çend tiştên din bi hev re, ew ...
tirşik v3.0 [1]
Malper ev çend hefte ye ku li ser du platformên cûda dixebite. Versîy...
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1]
(bnr: bingehên gramêra kurdmancî)...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdmanc qenc in le nezan in
» qenc
» nezanok

Kategoriyên mijarê:: kovarweje dirok kovarweje dirok kovarweje dirok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî