Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 7 peyam
cemîlê haco - tirşik
cemîlê haco
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Gelo Cemîlê Haco kî ye? Ciwan e, pîr e, li kû di kîjan dibistanê de xwendiye.? Herwekî di encamê de kifş bibit hêjaye ko em bikevin pê van pirsîyarîyan û li wan vegerînin. Cemîlê Haco xortekî bîst û yek salî ye, ne ketiye tu dibistanan, û ber destê tu kesî de ne bi salan ne bi mehan ne xwendiye, ji zmanê xwe pêve bi tu zmanan jî nizanit. Cemîlê Haco kurdmancê pêşîn e ko xwendin û nivîsandinê bi elfabeya zmanê xwe û bê arîkarîya zmanên din elimiye.Di sala hezar û nehsed û sîh de, ji ber ko em derbasî xetê bû bûn hikûmetê em anî bûn Şamê û le rûniştandi bûn. Hingî em çendek bûn. Cemîl jî bi me re bû, tevda di Taxa Kurdan de, bi mêvanî li mala Elî axa Zilfo cih bû bûn. Şev û rûj nav hev de rûdiniştin. Ez bi elfabê û zmanazîna kurdî mijûl dibûm. Min ji her kesî tiştek dipirsî û her kesî ji mijûlahîya xwe re bendewar dikir. Cemîl ji herkesî bêtir bendwarî nîşan dikir, qenc berdiket û têdigehişt. Cemîl yekcar nexwenda bû. Hêj qelem ne kiri bû destê xwe. Çavên wî hîn li ser tu xêzên herfan ne geriha bûn. Ev, ji bona min jî derbeke qenc bû. Ji kurdmancekî nexwenda re elfabeya xwe hîn kirin. Hingî, di destê me de tiştekî çapkirî nîn bû, bivê nevê, Cemîl elfabeya kurdî bi destnivîsê hîn dibû. Min her rûj je re çend herf nîşan dikirin û bi wan re pirsin çêdikirin. Cemîl di nav heftekê de elfabeya kurdî xelas kiri bû. Êdin bi elfabeya zmanê xwe dikari bû her tişt binivîsîne û destnivîsên rind bixwîne. Ev e Cemîlê Haco û benda wî a pêşîn "Kurd qenc in le nezan in". Divêt ko Cemîlê Haco, ji bona xortên kurdan nimûne bibit. Heçî xortên kurd hene ko hej welat û miletê xwe dikin û dixwazin xidmeta wan bikin bila Cemîl bînin pêş çavên xwe û wek wî bixebitin û ji xwe re û ji miletê xwe re bifêde bibin. Di heqê benda wî de ci bibêjim, çawan pesna wî bidim ez jî nizanim. Hewqas bibêjim ko heta niho tukesî sebeba berberîyê û nifaqa kurdan bi vî rengî û bi vê zelalîyê ne dîtiye, ne jî nîşan kiriye.

Her bijî Cemîlo! Xwedê te ji mal û miletê te re bihîlit.
Celadet Alî Bedir-xan

Zilamê çaremîn cemîlê Haco ye.
Here lînkê



16 roj berê 19:49 ~23:44 | horhorik

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
yaresanî [1]
li manîsayê ev nav bûye "yarhasan" "(paldayi...
rênas jiyan bila romanan jî binivîse [1]
daxwazeke li cî ye. camêr nivîsand. di dema borî de. romana xwe ya pêş...
semsûrî ji amediyan zêdetir li kurdiyê xwedî derdikevin [1]
dibe ku rast be. di serî de ev yek û bi çend tiştên din bi hev re, ew ...
tirşik v3.0 [1]
Malper ev çend hefte ye ku li ser du platformên cûda dixebite. Versîy...
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1]
(bnr: bingehên gramêra kurdmancî)...
belki ev jî bala te bikişînin
» cemîlê çeto ji kerê de keto

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî