Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


2 mijar û 3 peyam
bîranînên rêwitîyê - tirşik
bîranînên rêwitîyê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Cîh li otogara diyarbekîrê çend roj berî hîda qurbanê an jî remezanê bûbû.
Ji diyarbekîrê diçûbûm ber bi bajarekê rojava nav û her wekî din navê fîrmayê jî nayê bîra min. Ji ber sedema berî hîdê otogar gelek qerebelix bûbû.
Di pêşiya otobêsê de palgeheka numre (hejmar) navînî an de rûnîştîbûm. Otobês hêdî hêdî tijî dibû dibe ku hema 10-20 deqîqe mabûn ku otobês dest bi rêwitiyê bike.
Şofor li palgeha xwe da rûniştîbû bi merivekî ku li palgehên numre ewil rûniştî ra sohbetê dikirî. Ji şofêr ra hacî abê digotin.
Hecî abê yekî xweşhal, ziklipêş, kenok, li peşîyê ser porweşî û ji derva sempatik xûya dikirî bi tirkiyeka diyarbekîrê.
Nişkavan Hecî abê bangî muavînî kir û got: oxlim ew mêrikî ku hê danaketiye ji otobêsê ra bibêjî bila davkeve ji otobêsê bila rikê berde, Ku ez hatim hinde (cem) wî, ezê gûhên wî bigirim ji otobesê ezê wî bavêjim.”

Muavîn berê bi paşîya otobêsê û rêwitîyekî re axafî û got; abê şofêr (hecî abê) gelek enirî ye, me bîlet çewtî fitotiye te, bila pereyê bîletê bigire û ji otobesê dakave ji ber ku rêwîtiyek din heye bona vê palgehê.
Rêwî ku li çend palgeh paşiya min de qasî 30-35 salî, di hembez de valîzeka biçûk hebû. Bi tirkiya stenbolî û pir bi kûbarî ji muavîn ra got: we bîletê firot min, ew bîleta min e, mafê min heye ku ez rêwî me, çima bîletê xwe bidim te, pereyan disa bigirim, mafê we tune ku hûn min ji otobêsê de dînin (peya bikin), ku ez dakevim ezê we gilî(şîkayet) bikim.

Muavîn: abê bi çewtî, şaşî biletê firotinê te, ya bîletê firotî acemî ye nû dest bi kar kiriye, cihek maye bi çewtî biletê firotinê te abê, serê me meêşînî, em pereyên te disa didin te, şûn li otobêsê tune, bila pereyên bîletê bigire û ji otobêsê de dakeve, ku tu daneketî dê şoforê were”
Rêwî: ez danekevîm, min pere da û bîlet kirî, çima ez dakevîm”
muavîn dîsa diçe berê xwe ber bi hacî abê, got“ hacî abê min got danekevî ji otobêsê”
hecî abê: here dîsa bêjî otobêsa min e, pereyên wî bide, şûn li otobê de tune, bila dakevî ji otobêsa min, ku ez hatim ezê bi zorê wî bavêjîm ji otobêsê, bila here min ji kê gilî dike bila bike.
hecî abê piştî wan gotinên firtek çayê dadiqultînê bi firtek kişandina cixarayê ve bi ken ber bi yê sohbetê dikî re çerx dibe û dibêjî “ welle min jî pîr bîra wan kiriye ez dixwazim careke werîm bibim mevan..hwd
çar penc caran muavîn ber bi rêwî û şoforê hat û çû, û cara dawî muavîn ji rêwiyê ra got: hecî abê dibêjî otobês ya min bila dakevî ji otobêsa min.
Piştî hinek gengeşîyê pereyê rêwiyê dan, merik bi gotinên ezê we gilî bikim ji otobêsê daketî, di nav qelebalixê otogarê da nediyar bû.
Muavîn: hacî abê, dawîya dawî daketî ji otobêsê
Hecî abê: pir baş e dibêjî û ji camê pas (daketî) de bangî yekî dike û dibêjî “ bila ji wî re bêjî xwe amade bike li benzîngeha…de bendewariya me bibe ji di otobêsê şûnek vala bû”



13 roj berê 00:47 ~00:49 | çomo

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
jê keto pê keto [1]
biwêjek e, bavûkalanan ji berê de ji bo cenga akp û cemaatê li ser dîw...
hînbûna îngîlîzî [1]
hewceye, bi taybetî ji bo kurdan pir hewceye. li tirkîye her tişt bi z...
hînbûna îngîlîzî [1]
ji bo pêşveçûna takekesî û pêşveçûna kurdan şert e ji ber ku weke din ...
soza kawa nemir dayî xwînêrên kurdî [1]
soza ku kawa nemir di hevpeyvîna xwe û arjen arî ya di radyoya sesê de...
tiştên ku tirşikvan jê ditirsin [2]
Beq (。•́︿•̀。) Nîşe: emojî ji lewendî hatiye girtin. Bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» bîranînên zarokatiyê

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî