1. nûbihar kovareke çandî, hûnerî û edebî ye, û bi xwerû kurdî ye. ev kovar di 1992an de derketiye û heta niha didome, |
|
24.07.2013 10:24 |
botan2
|
2. kovareke kurdî ye. li ser riyeke oldar dimeşe û zêde tevlî siyasetê nabe. |
|
24.07.2013 12:37 |
simurg56
|
3. piştî damezrandina komara tirkîyê yekemîn kovara xwerû kurdî ye li bakûr (1992). serokê gerînendeye weşanên nûbiharê û kovara nûbiharê suleyman cevik e. navenda wê ya giştî li vezneciler a fatihê, buyuk resit pasa caddesi li xana kar ya yumnî yê yumni iş merkezi yêye. gava ku dîwan ên kurdan tê gotin nûbihar tê bîra min. |
|
24.07.2013 14:15 |
seydayê_peyvan
|
4. (bnr: nûbihara piçûkan)(bnr: ehmedê xanî) |
|
24.07.2013 17:03 |
filankes
|
5. berhema ehmedê xanî: nûbihara biçûkan |
|
24.07.2013 17:24 |
arami
|
6. weşanxaneyek kurdewar û kurdîstanî ye. |
|
24.07.2013 22:53 |
shiyandar
|
7. Ez jî salnameya nûbiharê gelek hez dikim. Tiştên gelek xweş tê de hene. |
|
24.07.2013 22:59 |
kurdmisê
|
8. min di jiyana xwe de cara yekemîn pirtûkeke kurdî nûbihar dît.li ser berga wê wêneya şehîd Seyyíd Ebdulkadir hatibû dayin û anîna rehmê ya Xwedê hat nivîsandibû.min wê çaxê nekarî bixwende û tîpa x'ê wek tîpa îngilîzê iks digot û min peyva Xwedê wek İksweda. xwend.Paşî ez çûm navnîşana ku li paş bergê hatibû nivîsandin û min dixwest berpirsê kovarê bibînim .Li wê derê kek Suleyman Cevik naskir û ez bi saya wî fêrî xwendina kurdî bûm.Xwedê ji wan sed caran razi be. |
|
25.07.2013 00:43 |
fizikzan
|
9. Weşanxaneyek heri kevn u héja ye. bı taybeti, ev weşanxane lı ser berhemén wéjeya Kurdi ya Klasik u Kovarén Kurdi geleş dışıxule u kar dıke. navenda wé lı Stenbolé ye. Gelek şıxulén wé yén bı weqfa Zehrayé re ji hene. (bnr: http://zehrayayincilik.com/dersen-civaki.html) |
|
25.07.2013 01:47 |
bawermend
|
10. Bi sala kêdek mezin didin ji bo zimanê kurdi. |
|
03.08.2013 16:34 |
newenda
|
11. nubihar a biçûkan gulzar a hemûkan, ferheng a ehmed ê xanê ye. |
|
03.08.2013 17:01 |
sorro
|
12. weşanxaneya ko klasikÊn kurdÎ jÎ pir xweş perwa dike. |
|
18.10.2013 01:58 |
şoreşa penûsa kurdî
|
13. di warê zimanê kurdî de keda wan pir e...Xwede ji wan razî be. |
|
20.12.2013 16:06 |
diljan
|
14. kovara temendirêjtirîn a kurdan e, kedeke gelek gelek mezin dane di warî zanîn, û pêşvebirina zîmanê kurdî de, niha tîraja kovarê ez ne şaş bim 7 hezar e yanî heke li gorî kovarên din ên kurdan binirxînî hêjmareke gelek baş e, vê taliyê jî di hejmarên xwe de dosyayeke di derbarê diyardeyên cuda de vedikin û hemû nivîskarên kovarê jî di darbarê diyardeyên bijarte de lêdikolin û dinivîsînin |
|
26.08.2014 16:16 |
ferhenga şikestî
|
15. derdora ku selahattin demirtaş di axaftina xwe ya pîrozkirina encamn hilbijartinê de, spasî li wan kiriye. wisa got "bi me re tifaq nekiribin jî piştgiriya xwe dane me" |
|
07.06.2015 22:11 |
simurg56
|
16. min çend car ji xwe re digot çika herim serekî lê dim, axirê nesîb bû cara ewil ez roja şemiyê çûm firoşgehê wan ê li veznecilerê stenbolê. xortekî qenc wê teze zanîngehê xilaskiriye berpirsê wê derê bû pêşwazî min kir em bi hev re rûniştin piçek mûjil bûn, ji min re çay îkram kir. |
|
01.09.2015 23:43 |
mîr
|
17. Xwendina bi kûrdî bi xêra vê kovarê ji min ra bû evîn. |
|
16.03.2016 21:38 |
kevirê aram
|
18. Vê taliyê Nûbihar Akademî dertê, gelek serkeftî ye û di qada xwe de yekem e. Bi saya serê wê belkî Kurdî di akademiyê de faal be û meseleya têgehan hinek be jî çareser be. |
|
12.12.2016 15:31 |
shahab
|
19. min mehekê berîya vê hêjmaran 148 an stend. ji bo min gelekî serkeftî hat. vê şûnde difikirim kû hemu hêjmarên nû derketî bistînim.naveroka kovarê gelekî tijîye. |
|
09.12.2019 23:57 |
golikvan
|
20. Nûbihar 30 salî ye. |
|
02.03.2021 13:18 ~13:18 |
cinorek
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |