1. Peyveke latînî ye. auto+opsis = xwe+dîtin. Terîmeke tekilî tiba edlî ye. |
|
03.05.2016 01:34 |
gumgumok
|
2. pêvajoyek ji rêzê ye, di mirinên edlî de. ger mirinek biguman be li ser bedena laşê mirî, divê otopsî were kirin. hûn dibêjin qey tenê di kuştinên kujer-nediyar de tê çêkirin, lê ne wisa ye. |
|
03.05.2016 18:42 |
simurg56
|
3. Bi nasnameyê em derbasî yenibosna adli tip kurumu bûn . Di devê derî de bêhneke tûj û giran bêhvila me şewitan. Em derbasî hundirû bûn . Dûvre bêhvila me hînî vê bêhnê bû . Îda em jê aciz nedibûn. Di hindirû de me box li xwe kir, galoş li pîyê xwe kir, maskê da ver devê xwe, galiş da serê xwe , lepikek xiste destên xwe kû destîkên box jî dipêca û em derbasî cihê laşan bûn. Bikaranîna telefonê qedexe bû. Pêşî salonek, li cem salonê jî derîyê mezeleke mezin hebû. Li salonê 7 -8 beden hebûn. Nin, mêr , zaro... Yên xeniqî , xwedaleqandî, jehrîketî . . . |
|
05.05.2016 19:28 ~2016.05.06 00:29 |
gumgumok
|
4. (bnr: digotin doxtor qesab in min bawer nedikir) ev çîye leww |
|
05.05.2016 22:41 |
bûtîmar
|
5. cîhê meriva lê digurêvin, cîhê/karê ku sedema mirinê lê dikolin /hîndikin |
|
06.05.2016 12:45 |
shorbevan
|
6. Di bernameya kurt û kurmancî de li gel teknîkerek otopsiyê hevpeyvînek balkêş derketiye holê. Hespê reş li hember miriyan: |
|
25.07.2022 00:20 |
rizgarm
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |