1. peyva hemwateya sûnc û qebhetê.. ji bo kesên di nav civakekî de kar û kiryarek ku eyb tê hesabê kiriye tê gotin.. |
|
15.07.2013 04:21 |
endazer
|
2. ji bo derb û lêdanên ku bi kefa destan li pişt û patika mirovan tê lêxistin tê gotin.. pirî caran ev derb ne ji bo êşandin û zirardanê lê ji bo nîşandana hejêkirin û dilsozî tên lêdan.. wek nîşana nêzikatiya du mirovan jî di nav civakinan de tê dîtin.. ji bo nimûne: |
|
15.07.2013 04:27 |
endazer
|
3. carinan nanê diya min di tenûrê de tep dike |
|
15.07.2013 21:17 |
rohat_rosî
|
4. kesên ku bi nexweşîna fê an bi navê xwe yê zanistî nexweşîna epîlepsiyê ketîn dikevin di vê rewşê de.. ji bo nimûne: ez û filankes derketibûn ji derve deqene biçekî li ser xwe bigerin û hewasek paqij bihilmijin hinavên xwe.. axirê hê me çend gav neavêjtîn me hew nêrî ku li serê kolanê zilamek fêris ji hiş ket û kete tepê.. cêhde em pê ve bezîn me çendekan ji çembilan re girt û da rûniştandin.. ji malekî nêzikê serê kolanê av û kolonya anîn me pê avê rûyê wî şil kir, pîvaz da ber bêhna.. axirê piştî qederekî tevzînek pê ketin û hate ser hişê xwe.. cara pêşîn ez bi nexweşîna fêyê û bi tepê hingî hesiyam.. çi bêjim xwudê neyîne û nede serê tu kesî.. |
|
15.07.2013 21:46 |
endazer
|
5. (bnr: tepker) |
|
13.06.2022 23:00 |
evcebarê pirê
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |