1. Li ser rexneyên kurdiya standart (zimanê çêker) çend têbiniyên min |
|
22.06.2014 00:05 ~2021.06.01 13:16 |
ferhenga şikestî
|
2. mijareke pir giring û xweş e ku heval ferhenga şikestî gotarên xweş nivîsandine. peyama pêşîn bi min gelek mafdar e, ziman nikare li derekê bimîne û bixetime. ji xwe zimanê kurdî têra xwe hatiye perçiqandin û felişandin, serde jî em kurdî li zargotin û çîrokan bifetisînin hema em dev jê berdin û biçin li mala xwe runin. ji bo ku em zimanê xwe pêşde bibin û xetereya windabuna wê ji holê rakin, divê em baş bişixwilin û ji bo zimanê me têra pêwîstiya îroyîn bike bi lezgînî pêşde bibin. |
|
19.09.2014 22:34 |
azadixwaz
|
3. ji taybetmendiyên yaşar kemal yek jê ew bû ku gelek peyv û bêjeyên tirkî çêkir û li zimanê tirkî zêde kir, lewma di nava xwînerên tirkan de gotineke heye, dibêjin ku ''wexta yek bipeyive mariv ji peyvên wê/î têdigihîje ku bê ka romanên yaşar kemal xwendiye yan na'' |
|
04.03.2015 00:40 |
ferhenga şikestî
|
4. (bnr: kurdiya naylon) |
|
04.03.2015 00:47 |
xendekî
|
5. helbet ya çêkirî tê rexnekirin, lê ku dera standartê xerab e gelo. heta zimanê me li standardeke baş rûnenê û heta ku wateya peyvan ji aliyê ferhengeke mezin û çê ve neyête rastkirin, mixabin em ê gelek tengasiyan bikişînin. |
|
20.07.2019 22:58 |
serhednişîn
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |