Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
pira dehçavî - tirşik
pira dehçavî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pira dîrokî ya ku li jêrê bajarê amedê li ser çemê dîclê hatiye avakirin...ji ber ku deh çaviyen wê hene, navê wê pira dehçavî hatiye danîn.. pira dehderî jî hatiye gotin.. di nava helbestek fatma bozaslanê derbas dibe...



bîranîna rêwîtiyan

dilê min disa ket nava xem û xiyalan

û bi wan xem xiyalan hatiye guvaştin



tên bîra wî ew rêwîtîyên riyên xweş

ku diçû ber bi bajarê kevirên rêş



xwezî dîsa ew roj bihatina

ku ew bibuya rêwîyê wan riyan



li ser pira dehçavî bayê li giyanê wî bida

û wek firfirokek ew bibira ber bi bajarê kevirên rêş

(fatma bozarslan)



bajarê kevirên rêş=amed



12.07.2014 10:56 | havka

2. (bnr: pira dehderî)



21.09.2014 03:43 | endazer

3. cihê klipkêşandina stranên denge tv yê *



21.09.2014 23:37 | sewdaxan

4. Bîranîneke min li ser vê pirê bibû. Kîngê ez navê wê dibînim tê bîra min. Ez tebessum dikim *

sala 2013 bû. Ez bona gerê çûbûme Amedê li ba xûşka xwe. Em çûne li ser vê pirê. Yek jora pirê da, aliyê Walî da dihat. Lê bêhemdê xwe bû. Ji dûr va jî kifş bû. Hinekî em nîzikê hev bûn, min dî ku kêr kişand. Mi go aha wele temam e*
divê ez çareserîyekî bibînim.
lê min ferq kir ku ne xema xûşka min e. Min gotê qizê destê gede da kêr heye û zev nexaş me dinhêre. Were em vegerin. go erê lê tişte nabe.
neyse gede her diçe nîzikê me dibê.. hate ber me alîyê min va hat go hun vira çi digerin? Mi go de birê min rêya xwe dewam ke, here îşê xwe. GO na pere bide min ez ê xwe ra cixare bikirim. Min go pere tine. Lê ez ça tirsîyame ça tirsîyame Hey xwedê dizane *
law bejna kêrê nîv mêtre hebû îmana min da be.
Min dêna xwe day ku em ji destê wî xilaz nabin, min destê xûşka xwe girt û em li wir revîyan.
Em direvin ew dide pey me * çaa diqêree *

xûşka min jî dikene. Ketîye krîza ken.
paşê me dêna xwe day gede erdê ket vê carê digirî. Dizûrre digrî. Me go qey kêr zikê wî ra çû.
dilê me qebûl nekir kû em ewî wira bihêlin herin.
me biryar da ku em herine cer wî. Bi tirsekî va Em hinekî nêzik bûn me dî ku kêr mêr leneketîye, me ewa rakir, em ber dilê wî da hatin û me deh lîra pere jî day em dîsa vegerîyan çûn.
Ewî piştra bi çavên poşman û mehçûp va me nihêrî bû.. ew rewşa ku ev geda kiribû vî halî çi bû ? Çima xortekî ewqas ciwan li meytevê nebû lê li van dera da şûna qelemê da kêr dihejand?
Kîngê tê bîra min, ev pirsana di hişê min da xwe dubare dikin..

Gelo ew gede a niha li kû ye û çi dike ez zev meraq dikim..



12.08.2017 01:58 ~02:01 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pira belek

Kategoriyên mijarê:: cihuwar dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî