Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 27 peyam
türk dil kurumu - tirşik
türk dil kurumu
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. saziyeke tirkiyê ye ku di dema avabûna komara tirkiyê de bi fermana ataturk, ji bo bi pêş xistina (ya rastî afirandina) zimanê tirkî hatiye sazkirin.



bi rastî jî bi kedek mezin zimanê kurdî vejandine.



lê ev sazî, zêdetir bi peyvên xwe yên komîk navdar e ku qaşo ji bo ku bibin alternatîfa tirkî ya peyvên biyanî, peyda kirine.



vê dawiyê dîsa komek peyvên çêkirî weşandine;



ji bo prezervatîfê: kaput

ji bo premature; yarimca

ji bo mazoşîst: özezer

ji bo fîstul: akarca

ji bo flebotomî: hacamat

ji bo makyoz: Düzgüncü-Yüzyapan

ji bo epîlepsî: tutarik

ji bo astim: yelpik û hwd.



piraniya wan tiştên tewşo mewşo ne û mîan henekê ne. ji bo vê xebata xw 7 sal xebitîne *

lê ya herî bêmantiq ev e: di tibê de ji bo zarokên ku ji wextê xwe zûtir hatine dinyayê an jî ji ber hinek sedemên din mezinbûn û gihiştina wan kêm mane premature tê gotin. lê van bêbavan ji bo vê peyvê alternatîfa yarımca dîtine, yanî bi kurdî nîvçoyî. ma mirov navek wisa li nexweşan, li zarokan datîne?

nîvçoyî hûn in û prematurî jî têkeve qûna we.



03.08.2014 22:06 | simurg56

2. bi kurmancî, saziya zimanê tirkî...

saziya ku zimanê tirkî re eleqedar e û wek li jor jî hatiye gotin ku bi fermana ataturkî ligel saziya dîroka tirkan ava bûye

du armancên sereke û bingehîn ên vê saziyê hene

yek ji wan li gor şert û mercên dinyayê afirandina peyv û qalibên nû û nûjen, ligel sazkirin û birêkûpêkirina li gor form û mantiqa zimanê tirkî...

yek ji wan jî ji dewsa peyv û bêjeyên ji zimanê biyanî yên ketine tirkî, afirandin û peydakirin û tirkîkirina peyv û bêjeyên nû...



her çend saziya hanê carinan peyvên absurt û derêaqil biafirandibin û kenê qeşmeran li xwe anîbin jî ji bo zimanê tirkî gelek xebat kirine. hama bêjin zimanekî gelek qels û seqet ji nû ve vejandin û niha divê em mikur werin ku zimanê tirkî têra xwe pêşketiye û bi vî zimanî mirov dikare bi her awayî qala her tiştî bike û bi rehetî di derbarê hemû mijarên teknîk û girîftê de nivîs û pirtûkan binivîse

jixwe kêmasiya herî mezin a zimanê kurdî jî tunebûna saziyeke fermî a zimên e..

saziya ku di salê de(bi qasî ku tê bîra min) ji bo pêşvebirina zimên ji dewletê nêzîkî 27 mîlyon tl digirin, de were û bi van derfetan zimên pêşve nebe. ..

(ji behican dîsa tansiyona min rabû)



12.01.2015 23:12 | ferhenga şikestî

3. saziya ku peyvên wek oturgaçlı götürgeç diafirîne ye.



12.01.2015 23:25 | nazim tolhildan

4. Dewletên neteweyî û polîtîkayên ziman girêdayî hev in. Gava dewletekî li ser îdeolojiya neteweyî were damerizandin piranî xelkê xwe re nasnameyekî neteweyî ava dike û wan a bi perwerde, medya yek reng dike.



Niha em dinêrin bajarên sînop, antalya, îzmîr, edirne bi hêsanî ji hev fahm dikin û heman pergalê de perwerde dibin. di nav tirkî de Devok hê maye lê gava ku yekî here dibistanê şerm dike bi devokê xwe xeber bide, ji ber ku ev hal wek nezanî tê dîtin, ji aliyê dewletê bi polîtîkayên ziman devok êdî karîkaturîze bûye.



Heke ne wusa bûya wekî kurdên me zimanê wan jî standart Nedibû. niha em dinêrin Di nav kurda de yekî amedî û mereşî car caran ji hev tiştekî fahm nakin ewana jî wusa dibûn.



Hê jî ez ji xeberdana Tirkî ya xelkê nigde, balikesîr hwd. car Caran dibe ez fahm nakim. Heke wan a Bi zimaneke hevpar perwerde nebûna dibe ku niha xelkê sînopê û antalya hev zor fahm dikir.



Hema Polîtîkayên Ziman ne her çax encamên baş tîne holê. Niha em tirkî dinêrin dewsa peyvên erebî û farisî piranî peyvên îngilizî cihê wan a girtiye. Û peyvên medeniyetê hevpar êdî nemaye û ziman gelekî feqîr maye.





12.01.2015 23:34 | mîr

5. Saziya dizî û derew.



13.01.2015 03:41 | brûsk

6. saziya ku zimanê tirkan vejandiye. gelek tiştên eletewş jî kiriye lê bi saya xebatên wan û xebatên wezareta perwerdehiyê û kedên ataturk, çanda tirkan ya li ber wendabûnê hatiye vejandin. ya rast ji nû ve çand û zimanek hatiye afirandin.

erê rast e piranî malê dizehê ye lê xem nake, ya girîng ew ku bi milyonan mirov lê xwedî derkevin û di jiyana xwe ya rojane de bêyî ku pêdiviya zimanek din bibihîsin, wê bi kar bînin.



13.01.2015 16:12 | simurg56


8. Saziya zimanê tirkî ye ku avakirina wê di destûra bingehîn a tirk de hatiye destnîşankirin. Ev tişt destê vê saziyê xurt dike. Heke saziyek di destûra bingehîn de derbas bibe ev tê wateyê ku ev saziyel bingehîn e û gelek girîng e. Ev tişt jî destê wê xurt dike. Wilê dike ku rakirina wê an jî sistkirina vê saziyê nepêkan e. Ji ber wê îro zimanê wan li ser lingan û xwe xurt kiriye.

Niha bi qasî ez dizanim li rojava saziya zimanê kurdî heye. Lê ev sazî dikare çi bike, çi qaa derfetên wan hene, rewşa wan diyar e.

Li başûr saziyek ya ziman heye? Ez nizanim.



13.01.2015 17:11 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» türkiye
» dilok

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî