1. li başûrê kurdistanê bendavek e, hemû av û ceyrana bajar û bajarok û gundên musilê ji vê bendavê tê hilberîn.. di sala 1980an de hatiye çêkirin.. berê di destê artêşa îraqê de bû, lê piştî ku daîşê avêt ser parêzgeha musilê, leşkerên îraqê ev bendav jî berdan û revîn, piştî artêşa îraqê jê vekişiya hêza pêşmerge ya başûrê kurdistanê bendav vegirt û kontrol kir, lê piştî demekî dema daîşê ji 10-12 cebheyan êrîş bir ser kurdistanê, hêza pêşmerge nekarî bendavê biparêze û şûnde vekişiya, axirê bendav ket destê daîşê de, û ji duh ve balafirên şerî yên amerîkayê ji milkî ve pêgehên daîşê yên li dorûberê bendavê bombeberan dikin û ji milkî ve jî hêza pêşmerge bi çek û cebilxaneyeke giran êrîş dibe ser çeteyên daîşê.. li gorî dengûbehsên twitterê dibêjin bendav cardî ketiye destê pêşmergeyan de.. |
|
17.08.2014 20:48 |
endazer
|
2. ketiye destê kurdan. êdî kurd dikarin devikên bendavê vekin û bexdayê di bin avê de biihêlin * |
|
18.08.2014 09:10 |
simurg56
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |