Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
bad ma ra khahad bord - tirşik
bad ma ra khahad bord
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. fîlmeka xweş a derhênerê îranî, abbas kiarostami ye.. di sala 1999an de hatiye çêkirin.. navê xwe û îlhama xwe ji helbesteka xwe fûrux ferruxzadê standiye.. ez ne xelet bim di festîvala fîlman a venedîkê de xelata baştirîn fÎlmê wergirtiye.. mijara wê ya zahirî jî ev e; yekî bi navê behzad ligel çend hevalên xwe tên gundekî, bi ser navê şîrketeka produksiyonê dişixulin, li gund bi navê melek pÎrejineke extiyar heye, li ber mirinê ye, ev behzad û ekîba xwe ji bo ku rêûrisma ku piştî mirina melekê wê bê duristkirin bikişÎnin û bikin fîlm hatine gund.. lê xebera gundiyan ji vê niyeta wan nîne.. gundÎ ji behzad re dibêjin muhendîs..

mijara zahirî yanî ya ku ji derve dixweye ev e, lê di eslê xwe de ebbas keyrûstemî vê çÎrokê ji xwe re dike hêncet anku wesîle û berê kameraya xwe daye ser sembol û metaforên ku fûrux jî di helbesta xwe behs dike..

neyse dirêjin nekim û nekevim nav sînorên spoilerê..

navê fîlmê bi îngÎlîzî wek the wind will carry us û bi tirkÎ jî wek rüzgar bizi sürükleyecek hatiye wergerandin.. ez ê ji bo kurdÎ Û kurmancî wek ba yê me bi xwe re bibe, ba yê me bide ber xwe û bibe an ba yê me bimale wergerînim..



18.09.2014 00:24 | endazer

2. û bahman ghobadi jî di fîlmê de di nav ekîba behzad de rola xwe dibîne..



18.09.2014 00:25 | endazer

3. min fîlm seyr kir.. fîlmeke hetta tu bêjî xweş e..
fîlm li gundekî kurdan hatiye kişandin. çend cîyan da kurdiya rojhilatê tê axaftin û dengê hesen zîrek jî tê bihîstin.




di fîlimê da derbarê jiyana gundiyan de dîmenên zehv xweş hene. jin teşî dirêsin, dew dikên.. li ser banê avahiyan ji bo zivistanê tiştan hişk dikin.. li ber derîyên xwe bi gîzîyên durik va paxiş dikin... divê meriv bi baldarî fîlimê binhêre..



12.05.2019 15:12 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» bad ma ra khahad bord
» bordoman kirin

Kategoriyên mijarê:: sinema
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî