Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
helbestên ku dema mirov evîndar be dixwaze bixwêne - tirşik
helbestên ku dema mirov evîndar be dixwaze bixwêne
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Ji wê şeva bi şewbê

bêhna firîkên şewitî dihat ji çolê

çend xarên mın wendabûne li newala waweylê

destmêja te û janê ji hevdû naşkê

hebhinarkê! ..

min ji te re got nexeyide ji wê çîrokê;

wê gewriya te dil bide kêrê

li kerbelayê

belê delalê





li çaraliyê çefiya min,

diçurise şûna şûrê şilfîtazî yê iskenderê mezin

kulora şahmeran e egala li serê min

ev kitana çenda ye te li xwe şikenandiye hebhinarka min

ne sûcê te ye,

ew mîratê kewan li me nehatin



li çiyayê şenalê,

komeke xenzîr teyrê tawiz ji xwe re biraştine

perikên wî digirîn li dewsê

tu hogirî van perikan bûyî

hebhinarka delalî

bi cizbê ketin hêsirên te yên firyalî

li ser goleke mêşinî



bo bi serê xwe dakim,

ez ê dojeh bi dojeh li xweliya hestiyên te bigerim,

hebhinarkê;

teşiya bê,

destara berfê,

berîvana baranê, , ,



12 Rêşemî



renas jiyan



13.01.2015 22:58 | xwelî li ser


3. bijîn ew ên ku her şev te dibînin

guh didin te û bi te re rûdinin

eger ez nikaribim te bibinîm

ez ê bibînim ên ku te dibînin.



baba tahîrê hemedanî



13.01.2015 23:03 | xwelî li ser

4. Ev helbesta rênas jiyan'î



kul 1 (Bê)



li min vegere

kulê…

roj berî rojeke kesk

bi kulman

êvaran ji min re bîne

bi hembêzan bajaran

ji min re bîne

“yadê” gotina ewilîn a zarokan

hejîran

dîlanan

newrozan…







xerîbê

çavên min bi zorê hînî çavên te bûbûn

ji cerga tu bûyî rêwî, destan teriqîn

xwîn misîn

bêdengî har, barbar, zinar

şev di êşa law de xelîl birahîm (im)

roj di êşa bav de simaîl (im)

êvar qurban







tik î tenê

bê sî jî

bi fereke dil

bi teşqele

bi kul

di nava destên min de can bide

naxwazim ji bilî min, bila tu kes li ber te nekevin

ez ê li ber te kevim

van keserên xwe yên qilêrî

bi çavên xwe yên bawî

çendîn li benda hatina te me bi teresî

bê…

an na

wê xortanî ber bavê





/her ku ez li awêneyan dinihêrim

rûyê te bi dizîka li wan tên xêz kirin

mijan li wechê te mayinde kon vegirtine

di rojên zelal û sibehên xunavîn de/





bikeve qeraxa rê

bide tengala bê

û



tagirtî

ji rehên laşê xwe yên tije xwê

amade kirine ji te re min benikên tayê





sîlûetê te li ser pelên papîrûsan dinivîsim

di bin çeng de bi xwe re digerînim

te ji kesên nexwendî dipirsim

geometriya gulê nizanin

lê tu, bi dev û lêv, stû û rû

pêk tê, ji senfoniyên çirçirkan ên nîvê şevê havînê





bê…





bi şiva bejna xwe

li koza deriyê berxikên min xe

ji mêj ve min xwe xweşik kiriye ji bo te

ji bişkulên şil

morîk rêzkirine min li gerdena xwe





çeman

ji kerban

perîkên avên xwe rûçikandin

tu nehatî

dilketî xurifîn

tu nehatî

dest avêtin namûsa hechecîkan

tu cardin nehatî

hejîrên te jê hez dikirin xwe xwarin

tu dîsa nehatî

ka te ji hechecîk û hejîran hez dikir kulê? ...

ka neynûkên wan te nedida bi malê dinê? ...

hesreteke helbestvan hebû, ew jî qûnde bu axx bê! ...

şev û roj li min hatine xezebê de haaa! ...

tu li ku ma



rênas jiyan



14.01.2015 01:14 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên feqiyê teyran
» dema ez xort bûm wek motora ford bûm
» mirovê lawaz dê çawa xûrt bibin
» evîndarê bêkêr
» dixwaze kil bike, lê kor dike

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî