Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
helbestên baba tahirê uryan - tirşik
helbestên baba tahirê uryan
(1) (0) (15)
di mijarê de bigere

1. (bnr: baba tahirê uryan)

(bnr: baba tahirê hemedanî)

(bnr: çarînên baba tahirê uryan)



1

Bê te yek dem dilê min kêfxweş nîn e

Eger rûyê te bibînim xema min namîne

Eger derdê dilê min bê parvekirin

Li dinyayê qet dilekî bêderd namîne



Baba Tahirê Hemedanî



2

Lale biçîn ku ji te lale biçînin dilo!

Ev ji te re bes e ku lale biçînin dilo!

Ez kerr û lal im, qet tiştekî nizanim

Eger tu dizanî were laleyan biçîn dilo!



Baba Tahirê Hemedanî



3

Gelî yaran ji feleka zalim eman e!

Ev emaneke heta roja axirzeman e

Layîq e eger pêsîla xwe biqetînim

Lewra asîman ji min re sergiran e



Baba Tahirê Hemedanî



4

Şevek were ronî bike odeya min

Mehêle di nav derd û dûriya min

Sond bi her du tayên birûyên te

Dûr ji te derd dike hevaliya min



Baba Tahirê Hemedanî



5

Kesê aşiq be ji canê xwe natirse

Aşiq ji zincîr û zindanan natirse

Dilê aşiq mîna dilê gurê birçî ye

Gur ji "heyhey"ên şivan natirse



Baba Tahirê Hemedanî



5

Şeva min ji şeva yeldayê tarîtir e

Derdê dilê min ji yê alemê bêtir e

Hemû derd gihîştin dermanên xwe

Ji bo dilê min derman bê te'sîr e



Baba Tahirê Hemedanî



6

Ez im ew bazê spî yê Hemedanî

Min li ser çiyê hêlîn bi dizî danî

Bi baskên xwe difirim çiya bi çiya

Bi çengên xwe jî dikim nêçîrvanî



Baba Tahirê Hemedanî



7

Hewramî:

Dilîwe darû mobeten kariş

Çenî bêmeyneten germen bazariş

Bergey wirasim poşam we rol dill

Meyneten pûdiş mîhnet tariş



Kurmancî:

Dilekî min heye kirîyarê evînê

Ji ber vê geş e bazara evînê

Min ji bejna dilê xwe ra kirasek dirût

Ji tayê zehmetiyê ji lûfê evînê



Kirdkî:

Min zerrîye esta muşteriyê evîne

No semedî ra geş a bazarê evîne

Min beşna zerrîya xo ra kirasêke deşte

Tayê zehmetîye lufê evîne



Baba Tahirê Hemedanî



8

Di ber goristanê re buhurîm kêm zêde

Min halê dewlemend û feqîran dît tê de

Ne feqîr bê kefen ketibûn bin axê

Ne dewlemend biribû ji kefenek pê de



Baba Tahirê Hemedanî



9

Eger derdê min yek bûya çi dibû;

Ger xema min hindik bûya çi dibû;

Li kêleka min hebîb yan tebîbek,

Ji herduyan yek hebûya çi dibû.



Baba Tahirê Hemedanî



10

Eger bipirsî rewşa min xerab e

Eger bipirsî cegera min kebab e

Te ji bo xwe yareke nû dîtiye

Eger bipirsî ev qiyamet û hesab e



Baba Tahirê Hemedanî



28.02.2015 16:36 | xendekî

2. delal, her du çavên min qesra te ne

nav du çavên min cihê piyên te ne

ditirsim tu xafil gav biavêjî û

bi mijangé min biêşin piyên te



28.02.2015 16:41 | ferhenga şikestî

3. dilşewitîno werin em li hev bicivin

li ser xemên xwe em tev de biaxivin

em mêzînê bînin û derdan bipîvin

derdê kê girantir e em tev bibînin



28.02.2015 16:42 | ferhenga şikestî

4. Badeyê bigirim biçim seyra gulan

Biçim kenarê şînahî û ava rewan

Du sê qedehan vexwim ez bi kêf

Mest bibim û biçim seyra laleyan



Baba Tahirê Uryan



28.02.2015 16:46 | xendekî

5. Ez ew rind im ku navê min qelender

Ne xan û malên min hene ne lenger

Dema dibe roj li dora mala te digerim

Dema dibe şev kevir datînim bin ser



Baba Tahirê Hemedanî



28.02.2015 16:46 | xendekî

6. Ku dil dilber be, lexwe dilber kî ye

Eger dilber dil be, navê dil çi ye

Ez dil û dilber tevlihev dibînim

Nizanim ku dil kî ye dilber kî ye...



Baba Tahirê Uryan



28.02.2015 17:04 | xendekî

7. Delala nûgihiştî tu li kû yî

Yara çavkihilkirî tu li kû yî

Nefesa Tahir gihişte dawiyê

Yar dema mirina wî tu li kû yî



Baba Tahirê Uryan



28.02.2015 17:08 | xendekî

8. Dilê şad agah ji dilê jar nîne

Kesê xweşrewş agah ji bîmar nîne

Ne b’nasê te ev wêneyekî kevn e

Ku azad ji dîlî agahdar nîne.



Baba Tahirê Uryan



01.03.2015 20:05 | xendekî

9. Gulîstan cihê te ey nazenînim

Ez di gulxen û xwelî de dirûnim

Çi di gulşen çi di gulxen çi sehra

Ku çavan vedikim her te dibînim



Baba Tahire Uryan



01.03.2015 20:06 | xendekî

10. Bela wek remzekê ji bejna te ye

Mecnûnî qismek ji sewda te ye

Gumana min ev e ku xaliqê te

Veşartî î di temaşa te de ye



Baba Tahire Uryan



01.03.2015 20:06 | xendekî

11. Dilêm ji derdê te herdem xemîn e

Balîfêm kevir, doşekem zemîn e

Sûcêm ev e ku min ji te hez kirye

Ma her ê j’te hez dike dilbixwîn e



Baba Tahire Uryan



01.03.2015 20:07 | xendekî

12. Alemê de kes nebe wek min, amîn

Wek min kes nebe di ev dîn û ayîn

Her ê ku bi halê min bawer nîn e

Weke min be, weke min be, weke min



Baba Tahire Uryan



01.03.2015 20:07 | xendekî

13. Eger destêm bighê çerxa felekê

Ezê gelek tiştan bipirsim ji wê:

“Te bi yekî dayiye sed nîmet

Bi yê din jî nanê ceh tevî xwînê”



Baba Tahire Uryan



01.03.2015 20:08 | xendekî

14. Îlahî biçim cem kê biçim cem kê

Ez ku bê dest û pa me biçim cem kê

Hemû min biqewrînin tême cem te

Ku ji te biqewirim biçim cem kê



Baba Tahire Uryan



01.03.2015 20:08 | xendekî

15. Biçim ez ji vê alemê bider çim

Biçim ji Çîn û Maçînê dûrtir çim

Ez ê j’dildar re peyamkê bişînim

Ku ger dûrî xweş e ez ê dûrtir çim



Baba Tahire Uryan



01.03.2015 20:08 | xendekî

16. Şevek nîne, ku j'histêran çav ne ter

Rojek nîne, ku ne xwînîn e cîger

Bi nalîn dibihurin şev û rojê min

Tu d'xewa xweş de, ji halêm bêxeber



Baba Tahirê Uryan



09.03.2015 01:20 | xendekî

17. çarînên baba tahirê hemedanî ne, hinek çarînên nû bi dengê necat zivingî ji vir guhdar bikin û bixwînin:




1
Her ew ku aşiq e ji can natirse
Aşiq ji zencîr û zîndan natirse
Dilê aşiq weke gurê birçî ye
Ku ew ji heyheya şivan natirse

2
Bijîn ewên ku herşev te dibînin
Guh didin te û bi tere rûdinin
Eger ez nikaribim te bibînim
Ezê bibînim yên ku te dibînin

3
Îlahî tu gerdena gerdûn bibir
Ku zarokê cîhanê hemûyan bir
Kes nabêje, filankes vaye dijî
Tim dibêjin filan kurê filan mir

4
Laleyên ser çiyayê min tu yî yar
Binefşên cokenarê min tu yî yar
Laleyên çiyayan yekhefteyî ne
Hêviya hemû rojên min tu yî yar

5
Ey Xweda, ez bêzar im ji vî dilî
Şev û roj, bi azar im ji vî dilî
Ez ewqas nalîyam ku nalîn nalî
Ji min bistîn, bêzar im ji vî dilî

6
Misilmanan, sê derd hatin bi yek car
Xerîbî û esîrî û xema yar
Xerîbî û esîrî li'min hêsan in
Lê xema yar zehmet e, wê çi be kar

7
Ez bazek bûm û çûme neçîrê
Siyehdestek avêt baskê min tîrê
Neçêre li ber çeşmezaran bi xeflet
Yê xafil diçe xafil dixwe tîrê

8
Ez ku li çolan digerim şev û roj
Û hêstiran diborînim şev û roj
Ne tayî me û ne derek min têşe
Ez vê zanim ku dinalim şev û roj

9
Ey Xweda hawara dilê min bibhîs
Kesê bêkes tu yî, ez mame bêkes
Hemû dibêjin, kesê Tahir nîn e
Xwedê yarê min e, çi hacet bi kes

10
Xem û derdê min ji ettar bipirse
Dirêjiya şevê j'nexweş bipirse
Hemû mexlûqat halê min dipirsin
Tu ku can û dil î, yek car bipirse

11
Dilo jar im dilo jar im dilo jar
Ji dest min şûşa namûsê kete xwar
Hemû dibên tu bê nav û bê ar î
Ê ku aşiq e çi bike bi nav û ar

12
Dilêm dîn e, dilêm dîn û dîwan e
Nizanim xwedî 'ar û nav im yan ne
Ez ê wê demê ji dînbûnê xilas bim
Dema bigrim dawa yarê di dest de

13
Wax li wê rojê ku biçim gora teng
Birijînin ser serê min ax û seng
Ne ling hebin ez ji maran birevim
Ne dest hebin b'mûriyan re bikim ceng

bi xêra asoya helbesta kurdî



16.02.2017 21:30 | xendekî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên kovara nubiharê
» babanêç
» tahirê kerevan

Kategoriyên mijarê:: weje wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî