136115. wek destebirayê min, ev kafe ji bo min jî gelek bîranîn dihewînin. wekî gelek kafeyên kadikoyê ev der jî lgbt-gir bû. min hinin beşên teza mastera xwe li wê derê nivîsandibû, ji ber çaya qaçax di nav hevalên min de cihekî pîroz bû û pir caran bo randevûyê çûbûm wê derê. serê min hindik li wî binbanê nizm neket dqn:( nav lê bexçe lê nîv balqon tê de hebû ku pir teng (çar maseyên li bin qûnên hev hatibû rêzkirin) û li bin çavên xelkên apartmanên der û dorê bû; çawa bûbû favoriya min hîn jî nizanim. hêviya min ew e ku nehatibin girtin lê dema şert û mercên pandemiyê tê bîra mirov, mixabin nabe ku mirov li ber wê nekeve. |
|
06.06.2013 16:08 |
endazer
|