Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
jiyana jineke kurd - tirşik
jiyana jineke kurd
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê helbesteke şahinê bekirê soreklî ye ku nizamettin ariç kiriye stran û pir xweş gotiye. Gotinên helbestê pir xweş in. Qala jiyana zehmet a jinên kurd dike. Ji dayikbûnê heta mirinê..



fermo gotinên stranê:



Berf li derva dibariya, dunê sar bû

Gur li serê kêş diqiriya, gellek har bû

Di xanîkê kelpîçîn de çirakê bi zor şewq dida

Nalînek zirav dihar der, di şevreşiyê de dihiliya

Zarokek Kurd dihate cîhan

Bê tixtor,

Bê derman,

Bê ku bizanibe çima.

Bi nişkekê ve dengê dêrgûş hate guhan

Pîrika gund mindal rakir, da ser destan

"Tu bi xêr hatî keça şêrîn, keça ciwan"

Lê dayikê serî rakir, hêstir ji çavan dibariyan

Ew li benda lawekî bû, dilê xwe şa kir neh mehan

Waye fedîkar derket rebenê

Pirr şerm dikir ji mêrê xwe,

ji gundiyan

Bi tenê ma demekê dayik û dest pê kir bilorîne:

"Rakeve keça min, razê, navê te Eyşan e

Tu ê mezin bibî, herî ber berx û karane

Bila xortên gund bibêjin, ev keça zor ciwan e

Bibe qîzek jîr û zana, xwedan nav û deng û şane."



Eyşan û hevalan lîstin bi ax û kevir

Derbas kirin bi yek kiras roj û mehên pirr

Ne pirtûk dîtin, ne pênûs

Ne fêkî dîtin, ne pênûs

Ne fêkî xwarin, ne şekir.

Du rojan birçî, yekç têr

Eyşo derbas kir

Dû heşt salan gotin Eyşo

Êdî me lîz tev mindalan

Ji vir û şûn ve karê te ye mezin bikî xûşk û biran"

Duwanzde salîn por veşartin

Li wê kirin kiras û xeftan

Sibê Eyşo tepik çêkir û dû nîvro jî çû qirşan

Zivistanç bû kebanî û havînê ket ber palê

Dixebitî, pirr dikir kar, lê xêr ne dihat wê malê

"Lê, lê, Eyşo, tu dibî bûk"

Roj'kê gotin pîr û kalê

Wek hespekî ew firotin, wek ebdekî kirin malê

Çarde salîn Eyşo bû bûk, panzde salîn bû diya salê.



Û salên bi derd û kulan avis xuşiyan, ...

Ronediyê Eyşanê

Dayik duanzde zariyanê

Dudu ji wan bi sorikan mirin

Sisê bi umrê çelrojkî

û heft jî te xwedî kirin ji wan

Bi nanê cê û gêrmiya rijî



Payiz û û hat zivistan

Li derva dibariya berf û baran

Dîsa har bûbû gur li çiyan

Di şevreşiyê de mindal digiriyan

Jinek nexweş dikir sikran



Dîsa bê tixtor,

Bê derman

Ro hilat, ew birin tirban

Li ser xwendin du pel quran

Ber ji merzel herin malan

Yekê bang kir:

"Eyşo, qurban

Çel salîn çûyî axa goristan"



Eyşan hene bi hezaran

Keçên rençber û çotkaran

Kesek qe pirs nake, çima

Li wan bûye ev nifiran

Weqa Eyşanên me dimirin

Lê nabin ders ji kesî ra.

1981



fermo stran:



25.04.2015 23:04 ~2015.04.26 02:29 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» jiyana mirov çawa watedar dibe
» kurdumetrus

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî