1. strabêj û mûzîsyeneke pakî ye, wekê the voice of god (dengê xwudê) jî tê zanîn di nav otorîteyên mûzîkê de, 48ê li pakîstanê xwudê daye û 97ê li londona serbajarê îngîlîstanê çûye ser rehma xwudê, bêtir qewalî gotin, qewalî ji bo wan qewl û qesîdeyan tê gotin ku bo muhemed pêxember û al û eshabê wî tên gotin, mûzîsyenê îngÎlîz peter gabriel çawa guhdarî dengê wî dike dibe heyranê dengê wî, xêra wî nusret fatih elî xan li ewropa û amerîkayê jî tê naskirin, koma bi navê massive attack strana wî ya bi navê mustt mustt remÎks dike û ev remîks bi carekî meşhûr dibe li gelek klûb û holên şevê yên li ewropayê li ser hev tê lêdan.. performansa zindî ya nusret fatîh elî xan gelekî ji albûmên wî çêtir e, çend stranên wî hene wek elÎ mowla elî mowla elî dem dem hingî dirêj in di hinek konsertên xwe de carina saetekî sax bes stranekî dibêje.. |
|
11.05.2015 01:49 |
endazer
|
2. Nusrat fateh ali khan"Dam mast Qalandar"Massive attack mix Nusrat Fateh Ali Khan - Dam Mast Qalandar Mast Mast vîdyoyê veke Nusrat Fateh Ali Khan Qawwal - Haq Ali Ali Maula Ali Ali vîdyoyê veke |
|
11.05.2015 01:58 |
endazer
|
3. Nexwe ew strana ku ji hêla koma tinariwen ve hatiye strîn jî ya wî ye |
|
11.05.2015 09:55 ~09:55 |
ceso
|
4. (bnr: sanson ki mala pe simroon main) |
|
30.11.2015 05:15 |
xwedaparêz
|
5. li cihekî min xwendibu ji bo fateh elî digot kû dengê wî dikare mirîyan ji gore derxe. dema ez li zanîngehê xwendinkar bûm, min pir wî guhdar dikir.niha min navê wi nav sernavan dit ew rojen xweş hatin bira min. ez xelet nizanibim, pişte wi, birazîye wi reberîya koma wan dike.performansên wî yên zindî -bi ew dengê bêmînak- meriv derdixe rewîtîyekî ber bi rojhîlata efsûnî. |
|
01.12.2015 00:55 |
nemeczek
|
6. weyy ev çî yee ez tirsîyam ew dengekî çi xeribe û çi xweş eee |
|
19.04.2016 00:56 |
bûtîmar
|
7. yek ji kilamên pîroz e: nusret fatîh elî xan & homayoun shajarian - sholevar sholevar شعلهور (biheraret) ez bêhude li kuçe û bazaran nagerim ez bêhude li kuçe û bazaran nagerim ez tehma eşqê dizanim ta ku bigihêjim wesletê diçim û têm ey Xweda bibexşîne min, perîşan - perîşan digerim xetakar im, gunehkar im, bi giriyan digerim şeraba şewqê dixwim li dor yarena xwe digerim gotinên serxweşan dikim bes hişyar digerim geh dikenim geh digirîm geh dikevim geh radibim xulamê şemsê tebrîzî me, mîna qelenderan digerim |
|
11.01.2021 02:47 ~2021.06.17 17:11 |
ezcan
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |