1. di mûzîkê de, dema stranek tê gotin, yên stranê dibêjin dibin du kom, komek destpê dike bendeka stranê dibêje, hêj ew bend temam nebûyî koma din destpêkê dike û ew jî heman bendê dibêje, bi vî awayî herdu kom heta stran temam dibe li hevdu vedigerînin.. di stranên gelêrî yên kurdî de ev celeb strangotin gelek meşhûr e, jê re dibêjin lêvegerandin, hemmmma tê bîra min, li gund di daweta mamê min de, hingî dihol û zirne û org û stranbêj filan tunebûn, dawetî hemû hem stranbêj bûn hem jî reqqas bûn, axirê dawetiyên jin bûn komek, û dawetiyên mêr jî bûn komek din, komekî dest bi stranekî dikir, bendek ji stranê digot koma din jî hêj koma ewil benda xwe temam nekirî, ew benda stranê digotin, û li koma ewil vedigerandin, hemû dawetî bi vî awayî hem stran digotin hem jî direqisîn, paşê di daweta birayê min ê mezin de jî - ku sê şev û du rojan dewam kiribû- mamê min stranbêj û ekÎba wî sekinand, mamên min hemû bûn ekÎbek û jinmamên min jî bûn ekîbek, herdu ekîban qederê du sê saetan hem stran gotin û hem jî di ber de reqisîn, eger xwudê kir nesîb rojekî bizewicim û dawetê bikim, ez ê herdu ekîban bînim cem hev û wê serenomiyê di daweta xwe de jî durist bikim.. ya rastî ne tenê di dawetan de di dema paleyî û cot genimdirûn û karên din de jî gelek caran kurd bi vî awayî stranan dibêjin; |
|
14.05.2015 03:21 ~03:22 |
endazer
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |