Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 18 peyam
hetawî kurd - tirşik
hetawî kurd
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kovara ku di salên 1913-1914' an 6 hejmar derketiye û hejmarên li ber dest ew in: 1, 2,3, 4, 4-5, 10. hejmarên 6,7,8,9 wenda ne. di kovarê de Bêtir malbata Baban li pêş e.

Xwedî û mudîrê berpirs (bnr: baban ebdulezîz) e. Kovar, heta hejmara çaran mehane, piştî wê jî serê panzdeh roja derketiye. Gava mehane bû her hejmar 32 rûpel bû, piştî ku dibe serê panzdeh roja tê şazdeh rûpelan. Piştî hejmara dehem a 3’yê tîrmeha 1914’an weşana kovarê rawestiye, lewra ji ber şerê cîhanê yê yekem Dewleta Osmanî seferberî îlan kiriye û hemû ciwan çûne eskeriyê.

Kovar du-zimanî ye. Di Hetawî Kurd de, tesîra Babanzadeyan ye: Mudîrê berpirsiyar ê kovarê Baban Ebdulezîz e. Di bergê jimara yekem de wêneyê (bnr: baban abdurrahman paşa), di jimara seyem de yê (bnr: babanzade İsmail hakkı), di hejmara çarem de yê(bnr: babanzade asim) heye. Nivîsên hejmara seyem piranî li ser wefata (bnr: babanzade İsmail hakkı) ne. Dîsa li gor (bnr: rojî kurd), di Hetawî Kurd de hejmara nivîsên soranî pir in û di Hetawî Kurd de tu nivîskarên ji malbata Bedirxaniyan tunene.



18.05.2015 20:57 | sorsorik

2. bi soranî; tava kurd, roja kurd



18.05.2015 21:14 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1]
Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav û şanda pê re çûne Amedê û serdana Rêxis...
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1]
divê meriv gû û rêxa çend kesan neke giştî û gelemperî. başûr qaşo ser...
se7en [3]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Nilufer Akbal- Dilo Yeman, Koçgirî

...
bêrîtan [2]
bêrîtan weke din bêrtiyan û bêrtî jî dibêjin. navê...
belki ev jî bala te bikişînin
» hetawî kurd
» kurdên ku ji wan ku hemû dinya bi tirkî dizanin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi dirok kovarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî