Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kökenli - tirşik
kökenli
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tirk dema behsa kurdbûna kurdekÎ dikin berî peyva kurd vê têgehê bikar tînin; kürt kökenli vatandaş yanî welatiyê ku bi eslê xwe kurd e lêêê..... êdî bûye tirk! nîşaneka xef ya hebûna kolonyalîzmê ye li kurdistanê.. xwudê jê razî be piştî nivîsa mücahit bilici li vê rastiyê warqilîm.. ne tenê ew, ev tesbît jî gelekÎ kêfa min jê re hat, tiştên kurdan ''yerel'' in û yên tirkan ''millî'' ne, yanî tirk dema behsa cilûberg, ziman, edet û kevneşopiyên kurdan dikin jê re dibêjin ''yerel'' lê dema behsa tiştên xwe dikin dibêjin ''millî''..

ji xwe ez behsa binavkirinên alternatîv yên ji bo kurdistanê wek; bölge, doğu û güneydoğu, mezopotamya ku êdî kurdan jî bi ser milê xwe re birine û wekê tişteke edetî û asayî bikar tînin, nakim..



02.09.2015 23:42 | endazer

2. tiştekî ne nû ye û ev bi dehê salan em dibêjin lê gava yek bi tirk dibêje bi kurdên me watedar dibe.

(bnr: kîrê tirkan bi hingiv e)



03.09.2015 23:34 | dijber

3. tiştên ku kok û fêkiyên wan ji hev cuda ne. yanê dar ji erdê wek darê hêjîra derdikeve, paşê fêkiya wê hêjîr nabe, lîmon dibe.



rastiyeke dewletên nijadperest e. heke dewletek wek dewletekî neteweyî bê damezirandin, li wir de çiqas kêmnetewe hebe wana hildide bin nigê xwe diperçikîne û ji hemû wan dihelîne. ji darê wan fekiyên xwe derdixe.



çîroka pepûkê hat bîra min, pepûk çivîkeke balkêş e, gava hêka xwe çêke, diçe li ser hêlînê çivîkekî mayîn bi dizîka hêka xwe li wir de di nav hêkên din datîne ji ber ku pepûk li ser hêka xwe bi xwe rûnanî. çivîkên mayîn ê reben nizane ku ew hêkê ku pepûk hiştîbû helîna wî, ya wî nîne. xêlek şûnda hêk hemû tên şikandin, hêka pepûk jî bêzehmet ji qalika xwe derdikeve hê jî çivîkên mayîn ê reben nizane ku ew derketî çêlîka wî nîne û ew ê jî wek çêlîkên xwe dihesibîne û xweyî dike jê re nan dide av dide... wext pêş de diçe çivîk hemû gir dibin çêlîkê pepûkê hinek jî ji wana girtir dibe, wê carê çêlîkê pepûkê bêxêr wana yek bi yek ji hêlîna diya wan diavêje erdê û tev dikuje. diya çêlikan kuştî nizane çi tê serê wî nizane çêlikê pepûkê malê wî xira dike dewam dike ji wê xweyî dike, ta ku pepûk bifire here malê çivîkekî din xira bike...



04.09.2015 00:23 ~00:27 | mîr

4. (bnr: türk kökenli)



04.09.2015 01:00 | hola êzîda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kökenli

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî