86097. Nîşaneke ku Di nava hevokê de cihê ku mirov bêhna xwe vedide nîşan dide.
1. Dikeve nav du peyvên hempeywir
Mînak : xanîyê xirabe bûye xanîyê mişk, cird, mar û kêzikan.
2. Di nav hevokên hevdudanî de komekan ji hevokên serbixwe cuda dike.
Mînak : Heke xîret û hêvî hebe , mirov nezîktirî armancê ye.
3. hêmaneke hevokê ji hêmanên din cuda dike.
Mînak: Kuro neqenco , de bimeşe here.
Li ber çemê boş , şivên pez mexilandibû .
4. Di hejmarên şikestî de xaneyên pey sifirê bi bêhnokè tên veqetandin.
Mînak : 7,5 heft û nîv ( heft bêhnok du)
0,25 çarîyek ( sifir bêhnok bist û pênc)
5. Di nav hevokê de Piştî erêkirinê , redkirinê tê bikaranîn.
Mînak : De başe serhişko, bila weke te be.
Na wele,ez qebûl nakim
Erê erê xayînê, ma te bi wan çavên mîna zeryayê ez ne xwniqandim.
6. Piştî peyvên xitabetê tê bikaranîn.
Mînak : Gelî gundîno, bila herkes were camîyê.
Xwişka delal, ti çi dike?
7. Di daxwaznameyan de piştî navê sazîyê bêhnok tê.
Mînak : Ji Gerînendeyê Tirşikê re, .....
Ji Şaredariya Bajarê Gîresûnê re, .....
|