1. di sala1926'ê de li Fransa yê hatiye dinê û 1984 De ji ber nexweşiya aids'ê jiyana xwe dest da ye |
|
12.08.2013 00:48 |
newenda
|
2. Di felsefeya wî de têgeyên wekî hêz, serdestî, biyo-îktîdar û zanîn cîhekê girîn digrin. abdullah ocalan di pirtûka “parastina gelekî” de çend tezên xwe li der barê hêzê ser bingeha teoriyên Foucault ava kir. |
|
10.04.2014 01:56 |
bijîmillah
|
3. nivîskarê ku ji zûda ye ku dixwazim pirtûkên wî bixwînim û bi wê mebestê ji vir çend roj berê çûm pirtûkfiroşekê ku bikirim lê pirtûka wî teqrîben 400 rûpel e lê 40 mîlyon e...!! te xêr e kuro?? ma çawa çêbûûû.... bi xwedê zîv û zêr jî be ez heta ku qorsana wê pirtûkê peyda nekim û bi deh mîlyonê nekirim, 40 mîlyon nadim û naxwînim |
|
10.04.2014 02:20 |
ferhenga şikestî
|
4. "Wek encam tekane welatê mirov ê rast, tekane axa ku mirov bikare lingê xwe dane ser û li ser bijî, tekane mala ku mirov bikaribe xwe bike bin banê wê de û xwe tê de bistirîne, ziman e, ew zimanê ku mirov ji zarokatiya xwe ve hîn bûyî." |
|
11.04.2015 20:29 |
xendekî
|
5. Di berhemên Foucault de tişta herî giran ku cîh digire hez û avakirina rastîyê ye ku li ser van bi kurahi li ser avakirina kesan (bi îngîlîzî 'subject') disekine. Weke ku di pirtuka bi navê Terbîye û Ceza de (Discipline and Punish) nîqaş dike, mirov di serdema modern de ji alîyên desthilatdaran ve têne avakirin û pergala nû ya ceza kirinê wek mînak vêna nîşan dide. Ji ber vê yekê, binnavê vê pirtûkê wek Zayîna Girtîgehê (The Birth of Prison) ji alîyê Foucault ve hatîye danîn dema ev pirtûk ji bo Îngîlîzî hatîye zîvirandin (navê pirtûkê bi Fransi La Surveillance ye, lê dema hatîye zîvirandin Foucault navê Discipline and Punish lê danî ye). |
|
17.02.2018 00:02 ~00:09 |
mikurhat
|
6. Wek hevalan anî ziman Foucault alimekî hêja ye û fikr û raman wî zahf girîng in bo fêmkirina dewlet çawa mirovan/hemwelatiyên dixwaze kontrol bike û dike. Foucault gelek mînakan dide der barê dewletek/pergalek/hêzek çawa jiyana nisanan ya rojanî kontrol dike bi enstîtûyên wek dibistan, nexweşxane, girtgîgehan lê belê Foucault dermanekî jî pêşkeş nake çawa ferdek dikarî xwe biparze hemberî vê sîstemê, vê mesele di pirtuka xwe ya Sexuality hinekî dinirxine, gelo ev sîstema panopticon bo enstîtûyên mezin tenê hene û rexneyeke din dijî Foucault ew e ku ew qet behsa kolonîyên Fransa nake. |
|
17.02.2018 00:55 |
kerboran
|
7. balkêş e, wî fikiriye ku bi şoreşa îranê ya îslamê ve dê rewşa hevzayendiyan hema nebe li îranê baştir bibe. berî şoreşê jî piştgiriya xwe daye xumeynî. wekî herkes dizane ku tiştê ku di vê mijarê de pêkhatiye û pêk tê, ne li gorî texmîna mêrxas e û piştî şoreşê jî tu nirxandin nekiriye li ser vê meselê. herwiha, çima xeletî? bersiv hêsan e: fukoyê fukfuko, xeyalkêşiya serdemên kevnare kiriye û tiştên ku ew tespît kiriye, di realiteyê de ji fikirê zêde ne tu tişt in, ji xeyrî li paş deriyên girtî.... wî jiyana "hevzayendiyan" ên li darulîslamê, bi çewtî girêdaye "toleransê". lê divê zaniba ku pratîka (berbelav lê) veşartî û teoriya/qanûna nivîsandî ya qebilandî, bi şoreşên vê cureyî ve çêtir ji hev vediqetin. şoreşa maoyê bi bîr bînin. di esasê de sosyalîst divê giringiyê bida çandê û bernameya çandê hebaya bo paşrojê, lê çi bû; ji pirtûk bigirin peyker û wêneyên "paş-mayî" hat qelihandin, mîratên dîrokê ji hortê rakirin. mesela hevzayendî û şoreşa îslamê jî jê ne dûrtir e. (divê çêtirîn guftûgo bê kirin..) |
|
17.02.2018 15:59 ~16:03 |
biruya hayao miyazaki
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |