Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kesên ku goreyên rengorengo li xwe dikin - tirşik
kesên ku goreyên rengorengo li xwe dikin
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kesên ku kêfa min pir ji wan re tê ne. Li gorî min her kes nikare wan goreyên wisa li xwe bike ji ber vê yên li xwe dikin pir xwîngerm tên *)



31.03.2016 20:23 | gulêê

2. heger bêrawestin entegrasyona me bi modaya cîhanê re bidomîne, zayendên alavan dê tenê ji bo nifşên me (ku dê bibe nifşa dawî) watedar bin ku di rastiyê de jixwe ne pembe yên jin in ne jî şîn ji bo nîşandana mêranî hatiye afirandin an jî ne lîstina bi pêlîstokên barbie re taybetiya zarokên keç in, ne jî fufandina erebê tenê çalakiyek e bo zarokên lawik in.



her wiha goreyên* rengoreng û keskesor jî di normaliya serê sedsala 21. de ji bo jin in û bi rastî jî gelek li wan tê û wan şêrîntir dike. lê bi ya min li zilaman jî tê û wan paqijtir û dilrehmtir dide xuyakirin. *



31.03.2016 21:52 | biruya hayao miyazaki

3. ez wî nizanim lê gorên spî ne hedê bavê herkesîye ku bikin pê *



01.04.2016 02:21 | shorbevan

4. ew jî tişteke

(bnr: mêrên ku kîlotên rengorengo li xwe dikin)



01.04.2016 12:35 | nazim tolhildan

5. li hin herêman gore re (bnr: kurik) tê gotin.. kurik ango gore nayê xwe kirin wekî şekal, şimikê têt pê kirin...pêkirina kurikên rengîn nîşaneyek baş e ku meriv xwedî zewqê...

dibistana navîn de careke bona ketina pêşbirka zanînê min hilbijartîbûn..li navçeyê çend dibistan ketibûn pêşbaziyê....li salonek mezin û heta dev tijî, çar penc dibistan, ji her çar dibistanan sê kes û li ortê çend mamosteyên ku pirsan arasteyî me dikirin..

cihê me hinek bilind bû..mamosteyeka me aliyê me dinêrî û pir dikenî..berê fam nekirî çima pir dikene...piştrê werqilîm ku rengên goreyên min pê kirî cuda bûn..heta dawiya pêşbirkê pir fedî kiribûm..



02.04.2016 22:34 | havka

6. Ji xwe jiyana me tarî ye, bihêlin bila camêr goreyên rengo mengo xwe bikin *



10.12.2020 13:05 | merwano


dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kesên ku hemû zaravayên kurdî dizanin
» goreyên babet
» xwedî derkeve

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî