1. straneka gelêrî ye. behsa çîroka evindariya di navbera xorteke misilman û keçeke êzidî de dike. min tenê ji dengê şivan perwer guhdarî kiriye. wekê dî kî dibêje nizanim, min hay jê nîne. |
|
25.06.2016 04:35 ~04:38 |
endazer
|
2. stranek ji stranên li ser zewaca kesên misilman û ne misilman hatiye ziman, straneka xweşe lê hingî min gohdarî kiriye ez jê kerixî me berê xweş bû niha meriv serxweş be jî nayê gohdarîkirin êdî nexweşe *, gotint wê ev; |
|
25.06.2016 21:38 |
shorbevan
|
3. strana ku şivan ji êzîdiyan dizîye û gor xwe gotin guhertiye. di strana orjînal de, kirivo êzîdî ye û kirîvê misilman e keçka duhokê ye. şivan jî wek misilman qeherî çima mêrê êzîdî dest jina misilman dibe, û wek tolhildan mesele guhert. |
|
25.06.2016 23:00 ~23:18 |
hola êzîda
|
4. min îro ji dengê aşiq selîmê cizîrê jî guhdarî kir, di vê versiyonê de jî keçik êzidî ye û kurik misilman e, ya rastî kî dil ketibe kî, ji min re ferq nake, lê mixabin ew esabiyeta berê ya êzdayetî û misilmanetiyê zû bi zû naşike, ji ber ku li gorî herdu baweriyan jî nemeşrû ye keç û kurên êzidî û misilman dil bikevin hevdu, hej hevdu bikin û bi hev re bizewicin, stranbêjên herdu aliyan dema strana vê serpêhatiyê gotine ji cem xwe ve ji bo ''gunehê vê evîna ne meşrû'' biçekî nerm bikin, nasnameya ''aliyê xwe'' didin aliyê ku dil dikevê aiyê din têbinî; min bi xeletî lînka straneka din dabû, min ew sererast kir. |
|
14.07.2016 12:21 ~21:17 |
endazer
|
5. livir jî strana kirîvê bûye kirîvo dîsa jî keçika ezêdî dibinîdaye mixabin * ; herwiha bi van stranan xwestine balê bikşînin ser vê rewşa tiroviro; dibe ku keçikek ezidî dilberde yekî misilman û yeka misilman jî dikare yekî ezidî(ne yekî bîna hola ezida) berî serxwe bide çî ji kîraye, hûn çima xwe ne qayil dikin û li zora xwe dibin..? |
|
14.07.2016 21:18 ~21:19 |
shorbevan
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |