Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
hunera hevçax - tirşik
hunera hevçax
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bi navê xwe yî dî hunera modern, hunera nûjen..

Ger huner girêdayî zemên be em dikarin bêjin nûjen û hevçax lê çi ye ev têgeha huner, ku di devê nivîskarinên me de jî çendekê bûye benîşt û dicûn ha dicûn..

Mîsal pêşengeha tabloyan li dar dikeve, tabi ji ber ku ez entelektuel! im carûbaran çavek lê digerînim (te dît ez jî wek we berpirsyarê civatê me!) Dinêrim dinêrim dinêrim û dinêrim welhasil gûyekî jê fêm nakim.

'Hunermend xwestiye bêje ku' quzullqurt! Xwestiye bêje çi? Çima dixwaze bêje? Rasterast bêyî ku serê me yê qundir biêşîne nikare bêje? Nexwaze û dîrek bêje nabe? Efsûn xira dibe? Ma em gundî ne hûn bajarî? Belkî em fêm nakin, ma fûlara li ser stûyê we xira dibe?



Neyse hevalên ezîz yên ji 'hunera hevçax' têdigihîn bila bo xatirê xatiran me jî serwext bikin.. ji xwendina pirtûkan bûme 2.25 nimre mîyop û 0.50 nimre jî astîkmat lê hê jî ez pepûko nikarim fêm bikim, nexwe pirsgirêk û bêqidûmî di min de ye..



Wê rojê, ku nayê bîra min li kû derê bû, du xortên jîrek î realîst û rasyonelîst çúbûn pêşangehekê û berçavikekê danîbûn erdê, kî diçû û dihat resmê berçavikê digirt û di ber de poz dida.. hahahah bi xwudê xweş trollî kirine û rastiya 'hunera hevçax'ê li rûyê wan î qurre û qûn-surrealîst xistine. Loma kêngî gotina hunera hevçax bibihîzim bêhemdî di ber xwe de dibişîrim.



Aniha ez ji telefonê dinivîsim loma naşêm lînk û çend mînakên ku behsa wan dikim bidim. Lê wexta biçim malê ezê çend mînak bidim û naveroka entrya xwe dewlemendtir û dîtbartir bikim.



Tu lê dinêrî, yek çûye textekî çêkiriye û li ser navê hunera hevçax pêşkeş dike di pêşangehekê de û her kes diçe li ber wêne digire û parve dike. Yanî dixwaze bêje min fûlara xwe girt û çûm pêşangehekê, ê temam bavê min, ka ji kerema xwe re ji me re jî qal bike; armanç? Ka te çi ji vî îşî fêm kir? Em cahal in tu xwendî ezbenî benî benî



Yan jî dinerî yek tabloyekê xêz kiriye du mîlyon heb rengên bêwate li hev aniye û dibêje wa ev xiyar e de bixwin. Wexta ez di dibistanê de bûm min ji ber bêqalibiyetiyê resmên wilo jihevketî çê dikir û mamsote digot ev çi tistekî şacma sapan e? Min nizanîbû siberoj wê resmên di eyara yên min de bibin xweyî navûdeng û herkes bi heyranî bişopîne û di ber de wêne bigire û belav bike...



Tu lê dinêrî yekê çûye ji du textikan şiklekî çêkiriye du heb kitêb li ser zeliqandiye û bo raya giştî û bo hêjêkarên hunerê pêşkeş dike, ku ez li malê tistekî wilo bikim dê malîno telefonî 112 acîl bikin û min bigihînin psîkologê nobedar ( min ewqas ji brusk56 re gotibû here psikiyatrî bixwîne lê guh neda min )



Bi qewlê kawa nemir, wezê nemirim, hê pirsên min he ne!!!

Bo xwudê ev çi ye? We çi fêm kir? Bo xwarinê ye yan vexwarinê? Bi kêrî zikên nepixî tê yan bi kêrî bêrîkên pînekirî?



Axirî hunera hevçax li min nayê, xwudê li picasso were rehmê, amen....



edît'a wa ez hatim:

Here lînkê



Here lînkê



Here lînkê



Here lînkê

wÊneya li jor nivîskarê jêhatî şener özmen e, lê ev wÊne çi ye? yanî çi?*



Here lînkê



di wêneya jêr de tabloyek heye, buhaya wê bi pereya tirkan 123 mîlyon e ango bi hesabê kevn 123 trîlyon e, vê tabloyê zarokekî pênç salî jî dikare di nava sÊ deqeyan de çêbike.

hevalno de ka bêjin ev çi ye?



Here lînkê



01.07.2016 12:39 ~17:09 | ferhenga şikestî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» hunerakurdi.com

Kategoriyên mijarê:: huner
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî