Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
şamîran - tirşik
şamîran
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kul û derê [mijdar] bû, min xwest jê re bibim derman.

şamîran naveke bi kurdî ye, heta niha bi sê çar cihan min bihîstiye, li başûr û rojavayê kurdistanê navê du hevalên jin, di rojnameya riya teze de, wekê navê gundekê kurdan li ermenistanê, li rojavayê kurdistanê dîsa wekê navê gundekî kurdan bi navê til şamîran, û li bakurê kurdistanê li tetwanê navê gundekî û wekê navê stranekî bi navê şamîranê, ku herî zêde sakîna teyna xweş dibêje.

li gorî googleê, herwiha li îranê navê navçeyeka tehranê ye jî şamîran.

mixabin di tu ferhengan de liqay wateya peyvê nehatim, lê li cihekî wekê peyveke siryanî derbas dibe, dibe ku bi eslê siryanî jî be.



22.07.2016 20:59 | endazer

2. gundekî tetwanê ye û wek şemîran ji tê gotin. navê wî yê tirkî çekmece ye. nêzikê 60 mal û 500 şêniyên wî hene. di bin qûntara çiyayê nemrûdê ye û nêzikê behra wanê ye. dîroka gund digihije 1500 salan. di nav gund de dêreke (dêra ayasofyayê) 1500 salan heye ku piştî komkujiya ermeniyan û damezrandina komara tirkiyeyê wek mizgeft hatiye veguherandin.

û herwiha tê gotin ku di nav gund de 4 kêl hene ku niha hemû kavil in. çiqas rast çiqas rîvayet e nizanim.

Here lînkê



20.01.2020 10:57 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» şamîran

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî