1. kampanyayek nû ye, ji bo bal bê kişandin li ser dayîkên ku ji derve zarokên xwe dimijînin anku bişîrve dikin. ji herdu peyvên breastfeed (mijandin, bişîrvekirin) û selfie (xwe bi xwe, wêneyê xwe girtin) pêk tê. who û unicef jî piştiriya xwe ji bo kampanyayê ragihandine, li ser sosyal medyayê gelek dayîk dema ji derve şîr didin zarokên xwe wêneyê xwe digirin û belav dikin, ji bo vê rewşê di çavê raya giştî de normalîze bikin. |
|
30.07.2016 19:24 |
endazer
|
2. kampanya divê piştgirî jêre hebe, pêsîr ji bû mêjandina zarokan bêhtir kirine objeya seksê temam têra we teva heye.. * lê rastî jî eyv eve ku zarok birçî be û li herderî nikaribe bê mijandin, û ezê qet nebêjim jinên zarokên xwe dimêjînin bira berê xwe wêde bikin, ezê bibêjim yên ku eyv dibînin û dibin asteng bira siktir bibin berê xwe bi cehlimêde bikin.. |
|
31.07.2016 01:15 |
shorbevan
|
3. turnusola durûtiya rojava ye ku ka bedena jinan çiqas kirine objeya zayendîyê, tê dîtin. hûn dikarin di qadên raya giştî de li hev du maçî bikin, hûn dikarin bedena xwe teşhîr bikin bi kincên teşhîrker, di televîzyonan de sehneyên seksê rê bidin, bedena lîstikvanan bi tazî jî rê bidin, reklamên tije bêhna seksê biweşînin, lê têrkirina dergûşan eybekî ye, tevgereke bêedebî ye! |
|
06.10.2018 16:45 ~16:50 |
biruya hayao miyazaki
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |
|
bnr [2] |
|
hêvî (stran) [2] |
|
erling braut haaland [1] |