93201. filmekî vittorio de sica ye, di sala 1952an de hatiye kişandin. berî vî filmî de sica filmekî efsane, ladri di biciclette (1948) kişandiye. di wir de bruno û bavê xwe li kolanan li bisiklêtê xwe yê windayî digeran, di umberto d. de jî umberto li kûçikê xwe yê windayî digerê. ji vî alî ve bişibina hev jî ev film bi qasî ladri di biciclette xweş nayê lê filmekî xweş e li ser bêperetî û tenêtiya mirovekî. ew sahneya ku umberto dikê ku parsê bikê sahneyeke gelekî tirajîk e. |
|
15.06.2013 00:28 |
azadixwaz
|