1. komeka mûzîkê ye, mûzîka doom metal Îcra dikin, ya rastî di mûzîka wan de hêmayên gotîk jî hene, belkî ji ber deng û giriyê vokalîstê komê. kom ji du kesan pêk tê, Aciago û Caudal ez ne xelet bim aciago li gîtarê dixe û caudal jî dibêje ya rastÎ digirî û diqîre. kom ji şîliyê ye, sala 1996an ava bûye, lê albûma xwe ya ewil sala 2004an bi navê sounds of pain (stranên êşê) derxistine. di stranên xwe de bêtir gîtarû flûtê bikar tînin. min kom bi strana eterno en mi nas kir, zêde hej mûzîka metal nakim, lê kêfa min ji vê komê re hat. |
|
15.11.2016 01:51 |
endazer
|
2. koma ku îşev min lê guhdar kir. Min got ka ez navberekê bidim xebatê -nalet li ezmûnan bê- û muzîk guhdarî bikim. Paşê hat bîra min ku endazer û simûrg qala vê komê kiribûn li cihekî* min got ka lê binerim bê tiştekî çawa ye. çawa ku min strana wan a bi navê depression vekir gurûziyek ket canê min, min fahm nekir ku çi hîs dikim. texrubeyeke gelek cuda ye. pêşniyara min li we di dema xebatê de guhdar nekin an hûn ê çend saetan fonksiyonên mejiyê xwe winda bikin û nikaribin tiştekî ji dersan fahm bikin. |
|
29.11.2016 02:14 |
mergehez
|
3. Ew çi ye law! deqeya 03:41 de piştî hirre hirra wî dengê eceb bo ku jiyan normal be min Strana hozan serhat ya mizgîna leheng vekir guhdar kir. |
|
29.11.2016 02:31 |
bûtîmar
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |