Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
pergala bankavaniyê - tirşik
pergala bankavaniyê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. çendîn wek pergaleke grîft û tevlihev xuya bike jî di esasa xwe de bo têgihiştinê pergaleke gelek hêsan...
xîm û bingeha vê pergalê taa digihîje sedsala hifdemîn..
bingeha bankavaniyê ya rastî zêrîngerîyê ye, di wê sedsalê de bazirganî gelek bi pêş dikeve û hêdî hêdî arîstokrasî ango mîrektiyê ber bi rûxandinê ve dihere loma qîmeta erd û axê her ku diçe kêm dibe û qîmeta zêran jî ji ber sebeba geşedana bazirganiyê zêde dibe.
di heman demê de wê heyamê şer û pevçûn gelek zêde dibin loma xelk ji ber ewlehiya zêrên xwe dikevin nava metirsiyan, ditirsin zêrên xwe li malê veşêrin, ji ber ku şer û gengeşî gelek berbilav e û tu ewhlehiya parastina zêr û mal û milkan nîn e.
tam di wexteke wilo tevlihev de zêrînger an jî bo gotineke dî zêrfiroşan peyda dibin û dibêjîn zêrên xwe bihînin bidin me û em ji bo we biparêzin, bi vî hawî gelek zêrfiroş peyda dibin û her ku diçin zêde dibin. em mînak bidin tu diherî kîloyeke zêrê xwe didî zêrfiroş û ew bi bêrdala hinek pereyan ji bo te diparêze û dike qasaya xwe û wek delîla dayîna zêran jî belgeyekê dide te.
bi vî hawî tu jî wê belgeyê digirî û dibêjî wa ye belgeya kîloyeke zêrê min heye...
ev rewş bi vî şeklî didome, demek şûnde em bêjin ku tu dixwazî erdekî bistînî bi zêrên xwe, êdî naçî zêrên xwe nagirî, wê belgeya ku te ji zêrfiroş girtibû, didî û pê ve wî erdê dikirrî, yê ku erdê firotiye te jî tiştina bi wê belgeyê dikirre, bi vî hawî kes naçe zêrên xwe ji zêrîngeran nagire, bi tenê belgeya hebûna kîloyeke zêrî heye hew.
zêrînger dinêre ku kes zêrên xwe jê nagire, zêr her li ba wî ye, ew jî dibêje madem wisa ye ez dikarim van zêran bi deyn bidim xelkê û bi faîzê pere qezenç bikim, ew jî zêran bi deyn dide û pere qezenç dike. bi vî awayî êdî pereya germ ji holê radibe û ji dewsa wê belgeyên zêr û pereyan belav dibin, hem karanîna wê hêsantir e hem jî ewletir e.
lê demeke şûnde ji zêrên heyî bêtir ango ji rezervê bêtir di piyasê de belgeyên zêr û pereyan digere, ango ger her kes bêje emê zêrên xwe ji zêrfiroşan bigirin dê zêrfiroş ango banka îflas bike, loma êdî dewlet bi zagonan pêşiya vê aloziyê dike ku bigire...

a soxî pergal gelek hêsan e, herkes dihere pereyên xwe yan jî zêrên xwe dide bankayê, banka jî ji bo parastinê ji te pere digire û pereyên ku jê re têtin razandin jî bi deyn dide xelkê û ji wan jî bi faîzan pere qezenç dike. ango ji her du aliyan jî pere qezenç dike û aniha jî wisa ye; pereyên ku li ser qaxizê an li ser înternetê di piyasê de ye ji rezervê zêdetir e loma banka her gav dike ku kes pereyên xwe kaş nekin.
û hesabên bê'wade û bi'wade hene, ger tu bi wadeyê bidî banka ji te re jî faîz dide û pereyên te jî bi faîzê dide yên dîn..
bi kurt û kurmancî, dîroka pergala bankavaniyê wisa bû..



27.01.2017 10:53 ~10:59 | ferhenga şikestî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» pergala bankavaniyê

Kategoriyên mijarê:: jiyan ekonomi jiyan ekonomi jiyan ekonomi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî