1. piraniya kurdên tirkiyê vê mezhebê dişopînin. lê pir ne mimkun e ku meriv bigihije agahiyên 'amelî ya vê mezhebê. geh ne li çavkaniyên çapî ne jî li înternetê. ji bo agahdarkirinê meriv dikare çend nivîsên tevlihev û dûr û dirêj dest bixe. lê ew ne pratîk in û alî nake ew kesên ku dixwazin dest bi mesela nimêjê bike. heke li dora we dîndareke şafiî tune be, gengaz e ku hun ê têkevin riya hanefiyê. ji ber ku gelek çavkaniyên wan ên ji bo rêdan û hînkirinê hene û bi sîstematîkî, bi tablo û şemayan, di kîjan wextê de çend rekat, di kîjan rekatê de kîjan duayê tê xwendin, rêzên duayan, ferqên ferz û sinet û qezeyan, xwendina tizbiyan rê didin, hwd. |
|
04.02.2017 21:09 |
biruya hayao miyazaki
|
2. Yek ji 4 mezhebên îslama sunîtî ye. |
|
25.04.2019 12:20 ~20:35 |
cinorek
|
3. ne tenê li tirkiyê, li îran iraq û sûriyayê jî piraniya kurdan ji vê mezhebê ne. şafiîtî bo gelek kurdan wekî nasname ye. herwiha dewletên wekî eyûbiyan anjî merwaniyan jî şafiî bûn. yek ji sedemên şafiîbûna kurdan jî ev e. |
|
25.04.2019 19:48 |
sloujouc
|
4. Dema ku bi hevra wek cemaat nimêj tê kirin û şafî disekinin heta henifî nimêja xwe biqedînin û dûre şafî silav didin dora xwe û diqedînin.Pirr karîzma dibe heyran. |
|
25.04.2019 23:24 |
brzn
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |