Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
dengnasî di kurdî de - tirşik
dengnasî di kurdî de
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pirtûkekî li ser zimannasî û wekî sernavê wê diyar e li ser dengnasiya kurdî ye. ya husein muhammed e. 432 rûpel digre û gelek beşên pirtûkê ji nivîsên nivîskarî hatiye wergirtin yên di kovara kanîzarê de hatiye weşandin. metodên zanistiyê girtiye û berhemeke giranbiha dersitiye hortê. demeke berê ya dirêj, dema min gotarên şînasî tekîn yên li ser dengên tirkî dîtibû, min gotibû xweda tu bike qismeta kurdan jî û xuya ye diaya min qebul bûye.

wekî pdf ye, xwîner dikarin ji Here lînkêê dest bixin.

ji beşa NAVEROKA VÊ VEKOLÎNÊ:

Armanca vê vekolînê ew e ku dengnasiya kurdî bi bergeheke berfireh bide nasîn. Vekolîn bi çend
mijarên serekî yên wek cihê derketina dengan, awayên peydabûna dengan, dengên bipif û bêpif
(”req” û ”nerm”), dengên ”qelew” (emfatîk), lerz û bêlerzî di dengan de û hwd.
Piştî vê, her herfeke yan dengekî kurdî bi berfirehî tê nasandin. Em pêşî behsa cih û awayê derketina
her dengî di devî de dikin. Paşî em wî dengî bi alfabeyên cuda-cuda yên kurdî didin nasîn. Dû re em
qala peydabûna wî dengî li destpêk, nav û dawiya peyvan dikin û herwiha diyar dikin ka rêje û nisbeta
wê herfê di nav herfan de di nivîsên kurmancî de çi ye.
Pişt re em behsa peydabûna dîrokî ya wî dengî dikin û herwiha qala wê jî dikin ka ew deng bi çi
dengên din diguhere û wek din jî ka çi têkiliya wî dengî li gel dengên din heye.
Ji destpêkê heta dawiyê vekolîn li ser bingehê berhevdana dengên kurdî di navbera lehceyên kurdî
bi xwe de lê herwiha li gel zimanên din yên cîran û carinan li gel zimanên din jî yên hindûewropî
hatine berhevdan û miqayesekirin. Em ê bi berfirehî her idiaya vekolînê bi nimûneyan û bi
berhevdanê bipeyitînin anku isbat bikin.
Ev vekolîn bi qest bi zimanekî ku ne-zimannas jî jê fehm bikin hatiye nivîsîn. Gava ku cara yekem
têrmeke zimannasî tê bikaranîn, em ê herdem wê bidin nasîn û şirove bikin. Yek ji armancên vê
vekolînê herwiha nasandina dengnasiya giştî bi xwandevanan e jî. Anku xwandevan dikarin vê
vekolînê ne tenê wek dengnasiya kurdî lê herwiha wek dengnasiya giştî jî bixwînin tevî ku nimûne
helbet bi piranî tenê ji kurdî ne û rêzkirina mijaran jî li gor giringiya wan a di zimanê kurdî de heye.
Lê ji ber ku armancek herwiha nasandina dengnasiya giştî ye, em ê di vekolînê de peyv û têrmên
zimannasî yên pêwîst jî bi kar bînin. Têrm giring in lê ne hewce ye xwandevan wan ji berê ve bizane
daku meseleyê fehm bike.


nîşe: ev sernav, wekî hat fêmkirin navê berhemekî ye û dema min xwest kategoriya "pirtûk"ê hilbijêrim, nebû ku forma hat li ber min rûnişt, bi temamî tije bikim. wekî mînak çapa salê li ser pirtûkê tune ye, herî wiha çapxaneya pirtûk jî tune ye ji ber ku wekî pdf û belaş li ser înternetê hatiye belavkirin û hwd. lê nabe ku em vala jî bihêlin, ji ber ku îlle dibêje tu yê hemû valahî tije bike. min jî kategoriya pirtûk hilnebijart.



10.02.2018 15:34 ~15:37 | biruya hayao miyazaki

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dengnasî di kurdî de
» kurdîstan tu wate ye

Kategoriyên mijarê:: ziman zanisti ziman zanisti ziman zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî