1. Ji bo xwe dibêje YouTuberê Kurd. Li stenbolê bi kurdan roportajan dike û li ser YouTubeê parve dike. Kurdîya wî baş nîne lê xirab jî nîne. Bi ya min karekî pîroz dike. Carekî faşîstan êrîşê ekîba wî jî kiriye. Di vîdeoya pêşî de mijara roportaja wî li ser zilamên kurdan bû û ji keçikên kurdan re zilamên kurdan pirsîbû. keçikek mêrdînî kela dilê xwe rihet kiribû û çi peyvên nebaş hebin ji bo me rêz kiribû. Lê ez bawer im bi devokekî henek wisa digot Ev jî dizane hemû zilamên kurd wek gotinên wê nîne ;) |
|
29.11.2019 17:05 ~17:16 |
kajav
|
2. (bnr: nivîskarên ku nikarin lînkan bi saxî û silametî bidin) |
|
29.11.2019 17:07 |
xelîl
|
3. Yoûtûbirekî kurd e û vîdeoyên xwe bi kurdî çêdike.Birastî mirov şaş dimîne mirov bibêje ez kurdî roportajan bikim û li stenbolê vî karê bimeşîne.Daqekî bisekin ew mafdar e! farqa Kurdên Amedê û Stenbolê tune ne ! mixabin ew mafdar e ! |
|
29.11.2019 17:58 |
mêrxasê serhedê
|
4. Youtubetekî kurd yê ku berê min bi çavekî neyînî lê dinihêrî ye lê piştî min çend vîdeoyên wî temaşe kirin, kêfa min jê re hat û ez bûm endamê qenala wî * nîşe: divê kurdiya xwe pêş bixe. |
|
29.11.2019 22:08 |
xabûrî
|
5. youtuberê ku ev çend meh in dişopînim lê mixabin karên wî naecibînim. kurdîya sernivîsên vîdyoyên wî tev xelet kin. di ser de jî, li kêleka kurdîya wê tirkiya wê jî dinivîse. malnemîrat, jixwe vîdyo bi kurdî ye, çi karê te bi tirkî heye. |
|
21.06.2020 13:16 |
simurg56
|
6. çima xwe nazenîn dike û dibêje kara ? |
|
21.06.2020 14:15 |
shwinsherm
|
7. Camêrekî videoçêker e. Ji bo go karê xwe bi kurmancî çê dike hej wî dikim. Lê belê gerek dev ji karên go mijara videoyê " jinê kurdan çawa ye, mêrên kurda çawa ye" berde. keç û xortê kurd ne pêlistokê ber destê wî ye go bi xelkê bide rexnekirin. |
|
06.12.2020 14:40 |
hueyn
|
8. Naveroka vîdeoyên wî pûç û vala ne. Ne hêjayî temaşe kirinê ne jî. Jixwe temaşevanan wî gelemperî şopînerên mevzu kürtlere û nocontextkurd in. Dema wî temaşe dikim tenê cringe dibim. Ji ber wê bûye kengê ve min ew temaşe nekiriye. Bi kurtasî çi fêdeya wî heye çi jî xirabiya wî. |
|
06.12.2020 18:17 |
yûsiv
|
9. Youtuberekî kurd e. Ji xinûsa erziromê ye. Li cade-î kebîr ango "istiklal caddesi" ( kolana serxwebûnê) ya stenbolê vîdeoyan bi kurdî çê dike. Dema ez ne li amedê bûm min gelekî lê temaşe dikir. Lê piştî ku vegeriyam welat zêde bala min nekişand. Ya rast êdî pirs û naveroka bernameyên wî xwe dubare dike. " jinê kurda çawa ne?", " mêrê kurda çawa ne?", " ger tu jin bûna tenê çi bikira?", " ger tu mêr bûna tenê çi bikira?" Û hwd. |
|
06.12.2020 19:35 |
tîrêj zana 21
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |