Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 84 peyam
peymana civakî - tirşik
peymana civakî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Peymana civakî Ji alîyê ronakbîrê frensî "jean-jacques rousseau" di sala 1762 yan de hatiye nivîsandin. Pirtûk li ser fikra ji bo avabûna rêveberek sîyasî divê peymanek civakî hebe disekine. Nivîskar ku ji bo çi ev pirtûka hanê nivîsandiye di beşa yekem de wiha aniye ser ziman "heger mîna ku dibêjin ez qanûnçêker an hukumdar bibama, di derheqê divê çi bikin de nediewiqîm, an divê çi bê kirin minê bikira ango ezê hiş ba ma."


Peymana civakî xebatek pêşveçûyî ye. Li ewrûpayê û nemaze li frensa yê vesazîyên siyasî an jî ji bo kirina şoreşan wesfek teşwîqî hildigre. Li dij pergala keyîtîyê binyatek dijberî di xwe de bi cih dike. Peymana civakî serdestkirina pergala zagonî ji xwe re kiriye mebest.



Di peymana civakî de fikra sereke bi hêsanî eve "bi beralîkirina qinyata gelemperî hatiye diyar kirin ku desthilat û cihê takekesa, parçeyê parvenebûna tavahîyê û li bingeha hevpariya takekes û koman yek dibe."



03.02.2020 15:01 | rizgarm

2. Bêrîya j.j.rousseau, fîlozofê û rewşenbîrê îngilîz (bnr: thomas hobbes) di 1651'an de teorîya peymana civakî bi kitekitan ravekirîye. li gorî hobbes jiyana ferdan di rewşa xwezayî de li ser berjewendîyên takekesî hatîye avakirin, ferd ji mafên xwe û nîzama civakî mehrûm in. di rewşa xwezayî de ferd apolîtîk û asosyal bûn.

bi peymana civakî (bnr: the social contract) ferd hatin ba hevdu û ji çend mafên xwe ferexatkirin. wekî mînak, ferdek dev ji mafê xwe yê kuştina ferdê/a duyemîn ferexat dike ku bi şertê ferdê/a duyemîn jî dev ji mafê kuştina wî/wê ferexat bike.
bi vê yekê êdî civak ava dibin, piştî ku civak ava dibin êdî ew jî dike ku dewlet ava bibin. yanî em dikarin bêjin ku bi vê peymanê/contratê mirovan dev ji îradeye, otorîteyê û mafên xwe berdaye, ew îrade xwe bi rêya hiquqê û qanûnan teslîmî îradeyeke serdest kirine, yanî teslîmî dewletê kirine.
bi vê peymanê êdî mirov mafê şîdet û tundîyê xistîye destê dewletê de, ger kesek sûcekê bike êdî dê li gorî vê peymanê ne ji alîyê civakê ve, ji alîyê komîsyoneke ser civakê (dewlet) ve dê were cizakirin.

mirovan bi dildarî ji azadîya xwe ya xwezayî û berjewendîyên xwe yên rasyonel ferexatkirine. bi xebatên hobbes û rousseau rêya monarşîya makeqanûnî, demokrasîya lîberal û komarê (cimhûrîyet) hatîye vekirin.

ji bo ku zêdetir ev peyman were fêm kirin, hûn dikarin li vê vîdyoya îngîlizî temaşe bikin:





03.02.2020 20:16 | lehî baranyan

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
belki ev jî bala te bikişînin
» peymana nû

Kategoriyên mijarê:: felsefe hiquq felsefe hiquq felsefe hiquq
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî